TSK'ê Mexmûr bombe kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan 2018-12-14 06:46:21 MEXMÛR - TSK'ê şevê din li dijî Mexmûr û Kakaçoxê êrîya hewayî pêk anî. Di êrîşa saetên şevê ya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê de 4 endamên Hêzên Parastina Cewherî jiyana xwe ji dest dan.  Duh balafirên şer ên girêdayî TSK'ê Wargeha Mexmûr û herêma Karaçoxê bombe kir. Di êrîşa TSK'ê ya hewayî ku li dijî Mexmûrê pêk anî de 4 endamên parastina cewherî ya Mexmûrê jiyana xwe ji dest dan. Gelê Mexmûrê li dijî êrîşan meşiyan. Bi hezaran welatî daketin navenda wargehê  û li vir Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel Huseyîn Kara daxuyaniyek da. Kara êrîş şermezar kirin û got: “Divê li dijî êrîşan yekîtiya netewî bê sazkirin. Divê êdî guh bê dayîna banga yekîtiya netewî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Divê her kes li dijî êrîşên hov ên dewleta Tirk rabe ser lingan. Divê her kes erka xwe ya welatparêziyê bicih bîne. Hemû hêzên Kurd, partî û rêxistinan vedixwînin yekîtiya netewî.”   Kara, anî ziman ku Tirkiye 300 kêlometre derbas dike û li wargeha Mexmûrê dixe û wiha bi dawî kir: "Sala borî jî 6’ê vê mehê êrîşek pêk hat û di vê êrîşê de jî 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bibûn. Bêdengiya li hemberî vê êrîşê cesaret da dewleta Tirk û êrîşên hov nû kirin. Dewleta Tirk a dagirker, rûyê hikûmeta AKP û MHP’ê carekî din derket holê. Li dijî Mexmûrê êrîşeke hovane hate kirin. Di êrîşê de ji Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûne. Divê hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî bi erka xwe rabin.”