Girtiyên li Antalyayê: Heta tecrîd neşikê wê têkoşîna me dewam bike 2018-12-13 19:25:39   ANTALYA - Li Girtîgeha Tîpa L a Antaylyayê çalakiya greva birçîbûnê ya 5 girtiyan didome û wê koma sisêyan roja yekşemê çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire. Girtiyan got: "Heta dawî li tecrîdê neyê wê çalakiya wan dewam bike û ew ê bi paş ve gav neavêjin."    Ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê li girtîgehan ji 27'ê Mijdarê ve çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem-dorveger ên ji bo 10 rojan deest pê kirin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ye. Li Girtîgeha Antalyayê carê 5 girtî dikevin greva birçûbûnê û niha çalakiya greva birçîbûnê ya koma 2'yan didome. Wê koma sisêyan jî roja yekşemê çalakiya greva birçîbûnê dewr bigire. Girtiyan bi rêya parêzerên xwe peyam şandin û gotin: "Heta dawî li tecrîdê neyê wê têkoşîna wan dewam bike û ew ê tu carî bi paş ve gav neavêjin."