Dadgehê der barê Demîrtaş de biryara domandina girtinê da 2018-12-13 17:36:50 ENQERE - Heyeta dadgehê di danişîna piştî nîvro ya doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de biryara berdewama girtina Demîrtaş da. Dadgehê danişîn taloqî 23-24-25'ê Çileya 2019'an kir.    Dainişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş a li Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Enqereyê li li Kampusa Girtîgeha Sîncanê pêk hat. Demîrtaş û parêzerên wî duh daxwaz kiribûn ku ew "dadgeriyê red dikin", lê belê heyeta dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû biryara domandina danişînê dabû. Di parêziya îro de hem Demîrtaş hem jî parêzerên wî dîsa doza "redkirin dadgeriyê" kirin.    Piştî parêziya Demîrtaş û parêzeran, meqama îdiayê jî dîtina xwe bilêv kir û xwest girtina Demîrtaş dewam bike û daxwaza "redkirina dadgeriyê" neyê qebûlkirin.   Paşê heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand. Dadgehê diyar kir ku wan duh der barê daxwaza "redkirina dadgeriyê" de biryar daye, lê belê ji ber îtirazkirina Demîrtaş ew ê ji bo lêkolînkirinê dosyeyê bişînin Dadgeha Cezayê Giran a 20'an a Enqereyê.    Dadgehê danişîn taloqî 23-24-25'ê Çileya 2019'an kir.