HDP’ê ji Meclîsê xwest ji bo Cizîr û Silopî lêkolînê bike 2018-12-13 15:49:17 ENQERE – Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê têkildarî qewimandinên di serdema qedexeya derketina derve de yên Cizîr û Silopî ji Meclîsê xwestin bê lêkolînkirin. Di pêşniyaznameyê de bal kişandin ser darizandinek adil û zelal nehatiye birêve birin û dosyeyên biryara neşopandina wan hat dayîn rêz kirin.    Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, ji bo lêkolînkirina qewimandinên di sala 215’an de di qedexeyên derketina derve yên li navçeyên Cizîr û Silopî yên Şirnexê de pêk hatin pêşniyazname dan Meclîsê. Parlamenteran xwest der barê binpêkirina mafê jiyanê û lêpirsînên hatin birêve birin û pêvajoyên dozan ji bo lêpirsînek adil û zelal bê birêvebirin xwestin Meclîs lêkolînê bike. Wekîlan di pêşniyaznameyê de bal kişand ser lêpirsînên ji bo wan biryarên neşopandinên jî hatin dayîn jî bên lêkolînkirin.    Parlamenteran di pêşniyaznameyê de bal kişand ser pêvajoya hiqûqî û geşedanên di vî warî de li pêşketin xal bi xal rêzkirin.    Parlamenteran di pêşniyaznameyê de bal kişand ser gelek cenazeyên nehatine dîtin jî û tevî ku ku malbatê wan serî li cihên eleqedar dane jî heta niha tu encam negirtine û cenazeyan nedîtine.