Mînîbusa karkeran qeza kir: 25 karker birîndar bûn 2018-12-13 14:53:57   TEKÎRDAG - Li navçeya Ergene ya Tekîrdagê du mînîbûsên ku karker têdebûn li hev qûlipîn û 25 kes birîndarbûne.   Li taxa Ulaşê ya Ergene ya Tekîrdagê du munîbûsên ku karkerên febrîkayê têdebûn  li hev qûlipîn û di encama qezayê de 25 kes birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Çorluyê û ekîbên cendirmeyan têkilî qezayê lêpirsîn da destpêkirin.