ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2017'AN 2017-10-31 09:00:56 * Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê dimînin, bi rêya nameyekê zextên li girtîgehê vegotin. Parêzerên Buroya Hiqûê ya Gel bi lêgerîna tazî re rû bi rû man û nameya ku ji Nuriye Gulmen re şandin jî hat sansurkirin. * Wezîrê Parastinê yê Kobaniyê anî ziman ku li Kobaniyê DAIŞ bi berxwedaneke enternasyonal hatiye tarûmarkirin û wiha got: “Ev feraseta berxwedêr çû Girê Spî, Minbic, Eyn Îsa, Tebqa û herî dawî Reqayê. Vê serpêhatiya ku 3 sal berê me bi keleşekê dest pê kir, îro Reqayê azad kir.”    * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan zêdeyî 18 salan e di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Wê Bilind a Îmraliyê de ye. Li vê girtîgehê her cure mafên di çarçoveya qanûnên hikumxaran de tên binpêkirin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez, bal kişand ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê û dest nîşan kir ku Îmrali girava derhuqûqiyan ne. Bîlmez got ku Tirkiye qanûnên xwe binpê dike.    * Jinên kurd, diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bandorê li rola jinê ya di civakê de dike û wiha gotin: “Azadiya jinên kurd bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”    * Bira, pismamên Girzêrikî yên li dijî DAIŞ'ê şer kirin, bi şerê li dijî DAIŞ’ê tirsa ku DAIŞ'ê li ser gelê Şengalê pêş xistibû pûç kirin. Ji 7 xwişk û birayên malbata Meto yên li dijî DAIŞ'ê şerê dijwar meşandin, aqûbeta 2 kesan ne diyar e. Yên mayî jî bi birîndarî rizgar bûn.    * Hunermend Şehrîbana Kurdî, diyar kir ku ji salên 90’î heta niha li Tirkiyeyê zext û qedexeyên li ser hunera kurdî neguherîne. Kurdî, anî ziman ku dema kurd bibin yek, dê wê demê çand û huner bi hevre azad bibe.    * Nivîskar Qahir Bateyî, bal kişand ser bêtehamuliya li hemberî zimanê kurdî ya li dibistanên dewletê û destnîşan kir ku zextên li ser kurdî stratejîk in.    *Keşîşxaneya St. Sîmeon a li bajarokê Aknehîr a Hatayê ji ber xemsariya rayedaran bi tunebûnê re rû bi rû maye.    * Gundiyên Dêra ya Navçeya Miksê xaniyekî axînî vala kirin û wekî mevanxaneya gund ji xizmeta mêvanan re vekirin. Mêvanxaneya ku wekî 'Otela Gund' tê bi navkirin hemû pêdiviyên wê bi awayekî hevpar tê temînkirin.    * Berdevka Plaftorma A ya li Antalyayê û derûdora wê têkoşîna li dijî HES'an dide, Hediye Gunduz, aşkera kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî HES'an bi zanekirina gel pêkan e.    * Stranbêj Numan Bozkurt ê li Girtîgeha Tîpa T a Ewlekariya Bilind, ku bi nexweşîna penceşêrê ya qirikê ket nayê derman kirin.    * Mamosteyên endamên Egîtîm-Sen’ê yên hatin îxrackirin, anîn ziman ku mamosteyên bi sepandinên netewperest dibin rojev bi polîtîkayeke zanebûnî hatine gihandin.    * Rûniştina doza rojnamegerên Rojnameya Cumhuriyetê û rojnamegerên Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Kemal Sancili dê li Edliyeya Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Rûniştina doza kuştina Enes Ata û Mahsum Mizrak ên di bûyerên 28'ê Adara 2006'an de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)   * Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin dê di roja 5'an de berdewam bike. (10.00)   * Rûniştina doza nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'e hat girtin Muhammet Dogru dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sakarya bê dîtin. (14.00)