Partiyên Rojava: Em li dijî erîşan bibin yek 2018-12-13 13:02:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Partiyên siyasî yên Rojava xwest li pêşiya gefên Hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan tev bibin yek. Partiyan diyar kirin ku gefên Tirkiyeyê ji bo têkbirina projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş in.   Partiyên siyasî yên El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, Partiya Yekitiya El-Şexîle Kurdistanî û Partiya Kesk a Kurdistanê daxuyaniyên ji hev cuda dan û xwestin kir ku divê her kes li pêşiya êrîşên dagirkeran bisekine.   Daxuyaniya El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye wiha ye:   "Dibe ku tiştê ku pêk tê û planên ku pêk tên ji aliyê terorîst Erdogan û çeteyên wî ve di koalîsyonê be ku gefan dike ku dê êrîşî Rojhilatê Firatê bike. Ev gef ji bo firehkirina dagirkirina xaka Sûriyê ne û bi hinceta ku şerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike, partiya ku gelek caran aştî û demokrasî xwest, lê rêjîma Erdogan a faşîst bi çareseriyan û însiyatîfên aştiyê û biratiyê, bawer nake.   Beriya salan siyaseta guhertina demografîk li dijî gelê Kurdistanê ji aliyê rêjîmên desthilatdar ve li ser Kurdistanê pêk dihat, armanca wê qelskirina yekitiya wan gelan bû ku li dijî siyaseta diktatorî disekinin. Tiştê ku niha li bakurê Kurdistanê ji biçavkirinan pêk tê, eynî wê zîhniyeta bi salan e. Rewşa Tirkiyeyê roj bi roj xirabtir dibe, aliyê aborî li wir rojane nirxê pereyên Tirkiyeyê dadikeve û kesên xwedî pere reviyan derve.  Vê yekê hişt ku hîna bêhtir aboriya li wir dakeve. Li aliyekî din Tirkiye bûye zindaneke mezin, bi deh hezaran ji welatiyan xistine zindanê taybet, kesên xwedî nêrîn, rewşenbîr, mamosteyên zanîngehan, parlamenter û berpirsiyên şaredariyan, parêzer, mamoste, leşker û rojnemevan. Kes nikare nêrîna xwe bi azadî bêje. Tirkiye ji cîhanê qut bûye, di van rewşan de Erdogan û AKP`ê dît ku rewş her roj xirabtir dibe, ji bo wê hewl dide aloziya xwe derxîne derve. Wek Partiya El-Partî Demokratî Kurdistanî-Sûriye, bang li hemû partiyan û hêzên Kurdistanî dikin ku bibin yek û li pêşiya şerê qirêj bisekinin. Em bang li hêzên aştîxwaz û demokrat li herêmê û cîhanê dikin ku van kiryaran şermezar bikin û şerê dagirkeran li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qebûl nekin."   BANGA SEBERFEBARIYÊ    Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê jî daxuyani da. Partiyê da zanîn ku Erdogan carek din bi tawanên derew soz dide ku ew ê êrîşên leşkerî li dijî herêmên rojhilatê Firatê pêk bîne û wiha got: "Erdogan hemû biryarên navdewletî binpê dike. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bi saya berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ/YPG û QSD`ê têk çûn û piştî ku di aliyê aborî, siyasî û hundirîn de têk çû û piştî Efrîn û herêmên bakurê Helebê, careke din gefan li herêmên rojhilatê Firatê û Rojava dixwe. Em wek Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê gefên Erdoganê dîktator şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, hemû azadîxwazan, li tevahî cîhanê û biryargehên navdewletî dikin ku li dijî Erdoganê faşîst û hovîtî û kiryarên wî yên terorîst û gefên wî li dijî gelê rojhilatê Firatê û Rojavayê  Kurdistanê bisekinin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo seferberiyê pêk bînin. Em baş dizanin ku gelê me li gorî vê yekê û dê heta dawiyê destekê bidin şervanên YPJ/YPG û QSD`ê. Wek Partiya Yekitya Kedkarên Kurdistanê heta dawiyê em ê bi gel, tevgera siyasî û leşkerî re bin û heta dawiyê em ê li dijî êrşîan bisekinin û em ê bi ser bikevin."   PARTIYA KESK: EM DEV JI AXA XWE BERNADIN   Partiya Kesk a Kuridstanê jî di daxuyaniya xwe de ev tişt got:   "Di dîroka gelan de gelek qonaxên dîrokî hene. Di wê qonaxê de kesên ajan û kesên ku parastina ax û rûmeta gel û welatê xwe dikin, diyar dibe. Em gelê berxwedêr in. Em parêzvanên jiyana azad in. Em li dijî hemû gefên li dijî gelê me û projeya me ya demokratîk ku bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna gelê berxwedêr hatiye avakirin, disekinin. Her çi qas şervanên QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê têk dibin da ku wan tune bikin û gel ji zilm û zora wan rizgar bikin, Erdoganê faşîst parastina wan dike. Gefan li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe ku dê dest bi operasyonên leşkerî bike. Ev yek sala 2016`an dema ku şervanên QSD`ê dest bi rizgarkirina paytexta terorîstan Reqayê kir, pêk hat. Sala 2018`an dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kir her wiha beriya çend hefteyan herêmên Rojava topbaran kirin. Ji ber wê jî şervanên QSD`ê hemleya xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî demkî rawestandin da ku ewlehiya herêmên sînor ên bi Tirkiyeyê re peyda bike û wan ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê biparêze. Îro careke din piştî şervanên QSD`ê serkeftinên mezin bi dest dixin û çeteyan di bargehên wan ên dawîn de li Dêrazorê tune dikin, Erdgon gefan li herêmên Rojava û rojhilatê Firatê dixwe. Ji ber wê em bang li hemû hêzên demokratîk ên ku parastina azadiyê dikin ku li dijî gefên Tirkiyeyê û terora wê li dijî gelê me çi li Efrîn çi li herêmên din ên Rojava û Rojhilatê Firatê be destekê bidin me. Em bang li hêzên Koalîsyona Navdewletî yên ku li dijî terorê şer dikin ku der barê gefên Tirkiyeyê helwestên xwe diyar bikin. Qedexekirina firîna hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin da ku aramî û ewlehiya gelê berxwedêr ê ku li dijhî terorê şer dike, peyda bikin.  Em wek Partiya Kesk a Kurdistanê gefên dewleta Tirk a dagirker û serokkomarê wê yê ku destekê dide terorîstan, şermezar dikin. Em dev ji axa xwe ya dîrokî bernadin ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan."