Di qezaya trênê de Bernamzetê HDP’ê jiyana xwe ji dest da 2018-12-13 12:36:28 ENQERE – Di qezaya trênê ya li Enqereyê de Bernamzetê HDP’ê yê Şaredariya Hewagê Yusuf Yetîm jî jiyana xwe ji dest da. Vê sibêhê li navçeya Yenîmahelle ya Enqereyê trêna bi lez a ku sefera Enqere û Konya dikir li trêna kilavûz qelibî. Piştî qezayê pira serbihûr jî bi ser trênê de hilweşiya. Li gorî daxuyaniyên rayedaran heta niha di encama qezayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da. 3 jê bi giranî û 47 kes birîndar bûn.    Ji yên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan jî yek jê Bernamzetê HDP’ê yê Şaredariya Navçeya Hewagê ya Rihayê Yusuf Yetîm e. Malbata Yetîm ji bo cenaze werbigire ji Rihayê ber bi Enqereyê ve derket rê.    YUSUF YETÎM KÎ YE?   Yusuf Yetîm di sala 1965’an de li Rihayê hatiye dinyayê. Di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîranê de ji bo parlamenteriya HDP’ê ya Rihayê bûbû bernamzet. Yetîm zewiciye û zarokek wî heye. Di wezaretên cuda de peywîra muşavîriyê kir. Yetîm di Îdareya Îstîmlaqa Serokwezîriyê de jî demek dirêj kar kiriye. Yetîm di serdema desthilatdariya Refahyolê de şêwirmendiya Wezîrê Dewletê  Nevzat Ercan kiriye.