Farisogullari: Ez ê daxwaza gelê me li her deverê bînim ziman 2018-12-13 10:18:59   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Musa Farisogullari bi boneya di Lîjneya Giştî de got “Birêz Ocalan” cezayê hişyariyê danê û têkildarî biryarê got: “Ji ber ku min heqîqetê anî ziman bû sedema bertekê. Ez ê li her deverê daxwaza gelê me bînim ziman.”    Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Musa Farisogullari li Lîjneya Giştî ya Meclîsê têkildarî Butçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2019’an axivî. Farisogullari di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ye.    Farisogullari di axaftina xwe gotina “Birêz Ocalan” anî ziman û ev gotin li Lîjneya Giştî bû sedema rageşiyê. Parlamenterên AKP, MHP û Partiya Îyî bertek nîşan dan. Wekîlê Serokê Meclîsê Mustafa Şentop jî cezayê hişyariyê da Farisogullari.    ‘ZORA EFENDIYA ÇÛ’    Farisogullari ceza hişyariyê nirxand û diyar kir ku ew li pey gotina “Birêz Ocalan e” û got: “Ji naveroka axaftinê wêdetir ceza ji ber xerakirina aramiyê dan. Ji ber min got Birêz Ocalan zora efendiyan çû. Wek ku tu pê li damarê wan bikî.”    ‘GELÊ ME REWŞA OCALAN MERAQ DIKE’    Farisogullari da zanîn ku wî di axaftina xwe cih daye tecrîdkirina Ocalan û çalakiya Leyla Guven û wiha got: “Min behsa tecrîdkirina Birêz Ocalan a ku hemû civak pê hatiye tecrîdkirin kir. Ev 3 sal e tecrîda mutleq li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Gelê me tenduristî, jiyan û ewlehiya Birêz Ocalan ji me dipirse. Em neçarin daxwazên gelê xwe bînin ziman. Gelê me rewşa Birêz Ocalan meraq dike. Dema mijar dibe kurd û Kurdistan dijminahiyek kûr derdikeve holê. Min di axaftina xwe de heqîqetê anî ziman. Min behsa daxwazên Leyla Guven kir. Ez ê daxwazên gelê me li her deverê bînim ziman. Dixwazin ku em destûra axaftina xwe ji wan bigirin. Lê ev jî ne pêkan e.”    MA / Dîren Yurtsever