Li 3 navçeyan qedexeya derketina derve 2018-12-13 08:47:59   AMED – Li 21 gundên sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê qedexeya derketina derve hat îlankirin û operasyona eskerî hat destpêkirin.    Walîtiya Amedê li 21 gund û mezrayên li sêgoşeya navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê yên Amedê qedexeya derketina derve îro serê sibê ji saet 06.00’an hat îlankirin. Beriya qedexeya derketina derve yekîneyên taybet ên eskerî li herêmê hatin bicihkirin. Hat ragihandin bi destpêkirina qedexeyê re operasyona eskerî dest pê kir.    Li gundên qedexe hatine îlankirin wiha ne: “Li gundên Hezmaz, Cofitnê, Beşişt, Gir, Entax, Bamitnê, Sinî û mezrayên girêdayî wan ên Licê.  Li gundên Kamikan, Çirik, Temirankebir, Malamekî, Malbazî, Temransaxir, Godernê, Şavûşan, Kanikan, Barinê, Araşkan, Şerefkan û mezrayên wan ên Pasûrê.  Li gundên Şêlima û Cûmatê û mezrayên girêdayî wan ên Farqînê.”