Li Wanê koma nû greva birçîbûnê dewr girt 2018-12-12 12:49:41   WAN – Li Wanê bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, îro komek nû çalakiyê dewr girt.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 35 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi heman daxwazê li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û didome. Rêxistina HDP’a Wanê jî bi boneya rakirina tecrîdê çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin didomîne. Îro komek nû çalakiyê dewr girt.    Hevşaredara navçeya Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn li ser navê çalakgeran axivî û got: “Birêz Leyla Guven 35 roj e di greva birçîbûnê de ye. Tecrîd sûcek mirovahiyê ye. Nêzî 4 salan tecrîda mutleq li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Birêz Guven bi daxwaza tecrîd rabe û hevdîtinên li gel Birêz Ocalan dest pê bikin çalakî dest pê kir. Em jî li derve bi armanca piştgiriya çalakiyê dikevin greva birçîbûne. Her çiqas mudadexeleyî çalakiyê hat kirin û hevalên me hatin binçavkirin jî dê zext nikaribin me bitirsînin. Daxwaz Birêz Guven daxwaza me ye.”    Piştî daxuyaniyê komê dest bi çalakiyê kir û gelek welatî hatin ziyareta çalakgeran.    Li aliyê din dayikên extiyar jî di nav de 14 aktîvîstên TJA’yê yên li Wanê hatibûn binçakvirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Wanê tên ragirtin û çalakiya xwe dewam dikin.