Li Îzmîrê 11 kes hatin binçavkirin 2018-12-12 11:11:46   ÎZMÎR – Li gelek navçeyên Îzmîrê polîsan bi ser malan de girt û rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Menemen, Bayrakli, Karabaglar, Buca û Konakê yên Îzmîrê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku der barê gelek kesan biryara binçavkirinê heye.    Hat zanîn ku polîsan hin welatî derb kirin e û operasyon bi îdiaya “Propaganda rêxistinê” û “Endamtiya rêxistinê pêk hatiye. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a li Taxa Çankayaya Konakê.    Navên binçavkiriyan wiha ne: Dayika Aştiyê Medîne Kaymaz, Hevserokê Rêxistina HDP’a Urlayê Abdulkerîm Kaya, Rêvebera DBP’a Karabaglarê Meryem Çakmak, Rêveberê DBP’a Karabaglarê Vasfî Ozer, welatiyên bi navê Ahmet Ceylan, Îzzet Turhal, Vedat Sezer, Serkan Korkmaz, Dîlan Akpolat, Ramazan Yavuz û Hediye Tekîn.