Kargehê ji bo kar gazî wî kir, lê polîs derketin! 2018-12-12 09:09:05 STENBOL - Huseyîn Kayra ku berê 3 caran hatibû binçavkirin û demekê di girtîgehê de ma, wexta çû cihê lê dest bi kar bike polîsan ew pêşwazî kir û "sîxurtî" lê ferz kirin. Kayra, destnîşan kir ku kesên xwe wekî "dewletê" dane naskirin jê xwestin di nav HDP'ê de cih bigire û ji ber ku wî ev yek qebûl nekiriye gef lê atine xwarin.  Li Stenbolê Huseyîn Kayra, wexta çû kargeheke ji bo kar li hev kiribûn, li kargehê polîsan ew pêşwazî kir û sîxurtî lê ferzkirin. Polîsan ji Kayra xwest li ser navê wan di nav HDP'ê de cih bigire û bibe sîxurê wan. Kayra, diyar kir ku ew di 13'ê Sibata 2017'an, di 26'ê Nîsana 2017'an bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hatiye binçavkirin û di 13'ê Cotmea 2017'an de careke din bi heman atwanbariyan hatiye binçavkirin û hatiye girtin. Kayra, bilêv kir ku bi giştî ew 36 rojan di bin çavan de maye û di dema binçavkirinê de tim atiye îşkencekirin. Kayra, da zanîn ku ew 9 mehan di Girtîgeha Sîlîvriyeyê de maye û di 11'ê Gulanê de hatiye berdan û piştî hatiye berdan ji bo di cihekî de bixebite li kar geriyaye.    'EM NE POLÎS Û CENDIRME NE, EM DEWLET IN'    Kayra, anî ziman ku ji bo kar wî serî li gelek kargehan daye, lê belê gelek deveran bi hinceta "lêpirsîna ewlehiyê" ew negirtine. Kayra, destnîşan kir ku herî dawî kesekî gotiye ew ji fîrmaya sîgortayê ye lê geriyaye û ji bo hevdîtinê gazî wî kiriye ku were Kadikoy Optîmûm AVM'yê.    Kayra diyar kir ku ji bo kar ew çûye AVM'yê û got: "Çûm navnîşana hat diyarkirin. Bi telefonê geriya û ji min xwest li eywana li paş kameraya ewleiyê bisekinim. Telefonê girt. Wê çaxê nêzî 20 kesî dora min girt. Wexta min got 'hûn kî ne, çima hûn li maseya min rûdinên', ji min re gotin 'em ne polîs û cendirme ne, em dewlet in. Ji Enqereyê ji me re hat gotin. Em dixwazin bi te re bixebitin. Em dizanin tu kar nabînî. Rewşa te ya aborî jî nebaş e. Tu mehê çi qasî bixwazî em ê bidin te. Em qenciya te dixwazin. Ji bo welat em bibin yek. Em ê ji bo Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê di 25'ê Mijdarê de te bişînin Amedê. Em ê pêdiviyên te hel bikin.' Min jî got 'Tu pirsgirêk û meseleya min bi kesî re tune ye. Naxwazim di vî warî de bi kesî re bibim yek. Pêdiviya min bi pereyan jî tune ye. Ger dilê min û çûyîna kongreyê hebe, ez ê bi xwe biçim."    ‘QEY TE EW ROJÊN LI VATANÊ JI BÎR KIRIN?'    Kayra, bilêv kir ku kesên dora wî girtin jê pirsîne "Ji bo çi tu ji HDP'ê hez dikî?" û got: "Min jî got 'Tevî her tiştî dîsa jî HDP li ser piyaye. Pratîka jiyana komunî ya di nav HDP'ê de di kîjan partiyê de hebûna min ê di wê partiyê de cih bigirtana.' Paşê gef li min xwarin. Berê ez tev li 1'ê Gulanê û Newrozê bibûm. Piştî van çalakiyan atibûm binçavkirin. Wê çaxê bi şidetê re rû bi rû mabûm. Wan rojên borî bi bîr xist û gotin 'Qey te ew rojên li Vatanê ji bîr kirin? Em ê careke din bi te re neaxivin.'"    Kayra, diyar kir ku piştî vê bûyerê ew çûye cem parêzerê xwe û giliyê kesên "sîxurtî" lê ferz kirine kiriye.    ‘MIROV ÇI DIKE BILA BIKE LÊ BES BILA ÎXANETÊ NEKE'    Kayra got: "Mirov çi karî dike bila bike lê tenê divê îxanetê neke. Em bi vî awayî mezin bûn. Li girtîgehê mirovên min qet ew nas nedikirin li ber derî ez pêşwazî kirim. Wekî bira nêzî min bûn. Em 35 beden bûn, lê dilê me yek bû. Kî wê piştevaniya li girtîgehê, bîrdoziya HDP'ê binase îxanetê nake, nikare bike. Kesên îxanetê bikin ew îxanetê li dê û bavê xwe jî dikin."    MA / Melike Ceyhan