Tenê mamosteyeke matematîkê hebû ew jî hat îxrackirin 2018-12-12 09:08:15 DERSIM –  Tîjda Kiliç ku li navçeya Pulumuriyeyê mamostetiya biheq dikir ji ber "lêpirsîna ewlehiyê" karê wê hat betalkirin. Kiliç, got Midûriyeta Perwerdehiya Netewî bêyî hincetekê nîşan bide dawî li peywira wê aniye.  Li Dersimê mamosteya matematîkê Tîjda Kiliç, ji bo mamostetiya bieq bike 3 meh berê serî li midûriyetên perwerdehiya netewî yên navçeyan da. Piştî demekê serlêdana Kiliçê hat qebûlkirin û li Dibistana Navîn a Pulumuriyeyê dest bi mamostetiyê kir. Lê piştî 3 mehan di bin navê "lêpirsîna ewlehiyê" de Kiliç ji kar at derxistin. Mûdûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê di 10'ê Kanûnê de nivîsek teblîxî Kiliçê kir û di nivîsê de tenê hat gotin "peywirdariya mamosteya biheq Tîjda Kiliç atiye betalkirin."    BI HINCETA LÊPIRSÎNA EWLEHIYÊ    Kiliç, bilêv kir ku wexta wê dest bi kar kir tu pirsgirêk tune bû û got: "Wexta min dest bi peywirê kir ji min xwestin ez formê dagirim. Ji min re gotin wê 3 meh şûnde lêpirsîn temam bibe. Nêzî 3 mehan xebitîm. Midûrê dibistanê bi awayekî devkî ji min re got ku êdî tu nikarî bixebitî."    Kiliç, destnîşan kir ku ev bêiqûqîtî ye û ji bo sedema vê yekê hîn bibe çûye Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Navçeyê û got: Rayedar jî hay ji hinceta vê yekê tune ne. Berê min dan cem qeymeqam. Ji bo betalkirina peywira min tu tişt nehat teblîxkirin. Ji min re got wan li arşîvê neriye û loma ji tu ji kar hatiyî derxistin. Kîjan arşîv? Çi bû sedem ku dawî li karê min bê? Tevî zarokan ez jî hatim mexdûrkirin. Ji bo vê ez ê di warê hiqûqî de bitêkoşim."    Kiliç, anî ziman ku li Dibistana Navîn a Pulumuriyeyê tenê mamosteyeke matematîkê hebû, ew jî ew bû.