Hîn jî mizgefta ji bo restorasyona wê 3 milyon lîre hat veqetandin nehatiye vekirin 2018-12-12 09:06:59 RIHA –  Li Rihayê di sala 2015'an de dest bi restorasyona Mizgefta Doşemeyê hat kirin. Ji bo restorekirin mizgeftê 3 milyon lîre pere hat veqatandin, lê belê hîn jî restorasyona mizgefta dîrokî neatiye qedandin.  Li Rihayê ji ber ava diket mizgefta dîrokî ya Doşemeyê û hîmê wê ber bi Gola Masiyan ve dişemitî Midûriyeta Herêmê ya Weqfan di sala 2015'an de dest bi restorekirina mizgeftê kir. Lê belê 3 sal derbas bûn hîn jî restorasyona mizgeftê neqediyaye. Ji bo Mizgefta Doşemeyê 900 ezar lîre pere at veqetandin û berpêşî îhaleyê hat kirin. Di îhaleyê de hatibû diyarkirin ku divê restorasyona mizgeftê di dawiya sala 2017'an de temam bibe. Lê belê wexta îhale dest pê kir ji nişkê ve di Adara 2016'an de xebat atin arwestandin. Nehat daxuyandin ka ji bo çi xebatên ji bo restorasyonê hatine sekinandin. Lê belê careke din berpêşî îhaleyê hat kirin û vê carê fîrmayeke din îhale girt. Ewilî ji bo restorasyonê 900 ezar lîre budçe hatibû veqetandin. Lê belê li gorî agahiyên bi dest ketin, ji bo îhaleya duyemîn jî 3 milyon lîre pere atiye veqetandin. Li gor îhaleya nû divê karê restorasyonê di dawiya 2019'an de biqede. Her wiha heta niha gelek kes rexne dikin ku karê tê kirin atmosfera mekan a dîrokî xirab dike.