ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-12 09:00:26 * Li Rihayê di sala 2015'an de dest bi restorasyona Mizgefta Doşemeyê hat kirin. Ji bo restorekirin mizgeftê 3 milyon lîre pere hat veqatandin, lê belê hîn jî restorasyona mizgefta dîrokî neatiye qedandin.  * Dayika 4 zarokan Cemîle Demîrhan a 68 salî ku berê qeyda wê li nifûsê nehat çêkirin û ji ber vê nasnameya wê tune ye, nikare li nexweşxaneya dewletê emeliyat bibe. Ji ber kevir di kîsikê ziravê Demîrhanê de ye ji ber vê êşê dikişîne. Demîrhan got: "Zarokên min hene, xwişk û birayên min hene, lê ez tune me."    * Tîjda Kiliç ku li navçeya Pulumuriyeyê mamostetiya biheq dikir ji ber "lêpirsîna ewlehiyê" karê wê hat betalkirin. Kiliç, got Midûriyeta Perwerdehiya Netewî bêyî hincetekê nîşan bide dawî li peywira wê aniye.    *  Huseyîn Kayra ku berê 3 caran hatibû binçavkirin û demekê di girtîgehê de ma, wexta çû cihê lê dest bi kar bike polîsan ew pêşwazî kir û "sîxurtî" lê ferz kirin. Kayra, destnîşan kir ku kesên xwe wekî "dewletê" dane naskirin jê xwestin di nav HDP'ê de cih bigire û ji ber ku wî ev yek qebûl nekiriye gef lê atine xwarin.    * Li 117 girtîgehên li Tirkiye û herêmê zêdetirî 600 girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyên siyasî di roja 16'an de ye. Parêzer Bunyamîn Şeker, anî ziman ku li Xarpêtê rewşa 6 girtiyên jin ên 40 roj in di greva birçîbûnê de ne krîtîk e.      * Li navçeya Cizîrê ku di qedexeya derketina kolanan de ciwanan gotin "Me serî netewand" û aqiland de hişt, niha bi destê pergala hêzên ewlehiyê tora tiryak û  bahisê tê zêdekirin. Di 3 salên dawî de kursên zimanê Osmanî û Erebî hatiye zêdekirin û hewldana bişaftinê tê peşxistin.   * Endamê HPG'ê Emrah Naycî ku li Şirnexê di operasyona eskerî de birindar bû û hat girtin, bi rojan e di yek hucreyê de tê girtin. Hat diyar kirin ku ji bo dermankirinê wî nabin nexweşxaneyê.    * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş a jê tê darizandin dê dinavbera 12 û 14'ê Kanûnê de li Edliya Girtîgeha Sîncanê 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Hevserokên Giştî yên partiyê Pervîn Buldan  û Sezaî Temellî dê beşdarî danişînê bibin. (10.00)   * Platforma Zimanê Kurdî, dê derbarê xebatên heya roja îro bi rêve birin de, li avahiya Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) a Amedê civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)   *Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Amed,  Nûnertiya Komeleya Îsîsiyatîfa Maf a Amedê û Odeya Bijîşkên Amedê (DTO) dê di çarçoveya bernameya Hefteya Mafê Mirovan de li Kolana Sanatê daxuyaniyek hevpar bidin çapemeniyê. (12.00)   * 5'emîn Danişîna doza 53 kesên li Nisêbînê di qedexeyan de dema hatin tahliyekirin hatin binçavkirin û girtin û doz li wan vebû dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di roja sêyemîn de berdewam bike. (10.00)