Dema binçavkirinê ya çalakvanên greva birçîbûnê yên Wanê hat dirêjkirin 2018-12-11 20:41:30   WAN - Dayikên Aştiyê û aktivîstên TJA'yê jî di nav de li Wanê 14 kes bi hinceta ketin greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin. Hat hînbûn dema binçavkirina kesên hatine binçavkirin 24 saetan hatiye dirêjkirin.    Li Wanê Dayikên Aştiyê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de gelek kes ji bo piştevaniyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bike, li avahiya HDP'a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Polîsan avêtibû ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avaiya HDP'a Wanê û 14 kes binçavkiribûn.    Hat hînbûn 14 kesên li emniyeta Wanê di bin çavan de, dema binçavkirina wan 24 saetan hatiye dirêjkirin.