Ceza li rojnamevan Ozturkê hat birîn 2018-12-11 19:29:21   STENBOL – Li rojnamevan Ece Sevîm Ozturkê 3 sal û meh û 15 roj cezayê girtîgehê hat birîn. Dadgehê hem ceza birî hem jî biryara berdana Ozturkê da.    Rojnamevan Ece Sevîm Ozturk ku 173 roj in di Girtîgeha Jina ya Bakirkoyê de ye, îro danişîna biryaradayînê li Dadgeha Cezayê Giran a 37'an a Stenbolê pêk hat. Dadgehê bi tawanbariya "alîkariya rêxistinê" 3 sal û meh û 15 roj ceza li Ozturkê birî. Her wiha dadgehê tevî ceza biryara berdana Ozturkê jî da.    Parêzer Efkan Bolaç, anî ziman ku ew ê serî li dadgeha îstinafê bidin.    Derhênera weşanê ya malbepera nûçeyan a Çagdaş Sesê Ozturk berî bê girtin der barê kulîsên CHP'ê de nûçe çêdikirin, lê belê di demên dawî de bi nivîsên xwe yên der barê qewimînên lêpirsînên 15'ê Tîrmehê de bal dikişand.