Çalakvanên greva birçîbûnê yên li Êlihê hatin berdan 2018-12-11 19:16:15   ÊLIH - Li Êlihê duh polîsan avêtibû ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'a bajêr û çalakvanên di greva birçîbûnê de binçav kiribûn. Piştî karên îfadeyê yên li emniyetê çalakvan hatin berdan.    Duh êvarî polîsan avêtibû ser çalakiya greva birçîbûnê ya li avahiya HDP'a Êlihê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hatibû destpêkirin. Di avêtina ser avahiya HDP'ê de rêvebirin HDP'a bajêr û aktivîstên TJA'yî jî di nav de 29 kes hatibûn binçavkirin. Îro danê sibehê 4 kes piştî îfadeya li emniyetê hatibûn berdan û danê êvarî jî 25 kesên mayî piştî karên îfadeyê yên li emniyetê atin berdan.