Serlêdana parêzeran a ji bo Îmraliyê careke din jî hat redkirin 2018-12-11 18:57:09   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê belê serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 771 serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatine redkirin.    Parêzer Rezan Sarica, Nevroz Ûysal û Sînan Zîncîr ji bo li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê Serdozgeriyê serlêdana parêzeran red kir. Heta niha 771 serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatine redkirin.    Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve nikarin li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê çêbikin.