Li Colemêrgê berî hilbijartina herêmî civana gel 2018-12-11 17:04:44   COLEMÊRG - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Colemêrgê, di çarçoveya amadekariyên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, bi esnaf û rûspiyên civakê re kom bûn.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Colemêrgê, di çarçoveya amadekariyên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê, bi esnaf û rûspiyên civakê re kom bûn. Civîn li avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin. Parlementerê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Îsmet Faruk, Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Zeynep Kaya, rûspiyên bajêr, esnaf û gelek welatî berşdarî civînê bûn.    Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Îsmet Faruk, spasiya xwe pêşkêşî beşdarvanên civînê kir û derbarê hilbijartina herêmî de nêrîn û pêşniyarên welatiyan girtin.   Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî, di civînê de axivî û got: “Amadekariyên me yên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê berdewam dikin. Ji ber vê me xwest em civînek wiha li dar bixin.  Em spasiyên xwe pêşkêşî we beşdarvanan dikin.”   Piştî axaftina vekirinê, civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.