Li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu îşkenceya feleqê! 2018-12-11 16:38:36   WAN - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, rapora binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu-Trobzonê ji raya giştî re eşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku di girtîgehê de îşkence li girtiyan hatiye kirin    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê rapora têkildarê binpêkirinên mafan ê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu-Trobzonê hatin jiyîn, ji raya giştî re eşkere kir. Komîsyonê civîna çapemeniyê li avahiya baroyê pêk anî û gelek parêzer beşdarî civînê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan Prz. Fehîm Yacan di civînê de axivî û got: "Girtiyên Girtîgeha Beşîkduzu ji bo baroya wan serlêdan kirin. Li ser vê yekê parêzerên baroyê çûn girtîgehê û Hîlmî Olsoy, Cemal Nahirci, Kerem Karagoz û Enes Aydogan ên girtî re hevdîtin kirin. Me xwest em bi gelek girtiyan re hevdîtin bikin, lê Midûriyeta Girtîgehê destûr neda vê yekê."    Prz. Yacan, anî ziman ku di hevdîtin bi girtiyan re kirin de, girtiyan ji wan re gotin 'Berî em di cîhaza x-rayê re derbas bibin, rastî lêgerîna tazî tên.' Yacan, da zanîn ku girtiyên ev pêkanîn qebûl nekirine jî,  kirine odeyekê û bi zorê kincên wan ji wan kirin.  Yacan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dîsan di odeyê de gardiyenan bi lêdanê kincên girtiyan ji wan kirine. Dîsan li qawîşan her roj hejmara li ser piyan ferzî girtiyan tên kirin. Girtî û hikûmxar tim rastî tundiyê tên. Heta hin girtî bi feleqeyê ve jî hatine kirin."     Yacan bal kişande ser vegotinên girtiyê bi navê Hilmî Ozsoy, diyar kir,  Ozsoy gotiye memûrên înfazê ew tazî kirine, derb lê dane, serê wî hatiye şikandin, êşkence lê hatiye kirin û du memûrên înfazê ew birine odeya qerdiyan gelekî lêxistine. Yacan got li ser laşê wî cihê lêdanê çêbûne lê hekîmê girtîgehê ew tedawî nekiriye, bi wê rewşê ew birine koxuşê û bi kamerayên şopên êşkenceyê yên li ser laşê wî dikarin werin dîtin.   Yacan her wiha diyar kir ku cezayê disîplîn û hucreyê dana Ozsoy, heke 3 meh cezayê disîplînê bidin Ozsoy wê înfaza wî bişewite û got, vî tiştî bi qesd dikin.   GIRTIYÊN TAZÎ ŞANÎ QERDIYANÊN IN DIKIN   Yacan bi berdewamî got, li dijî van kirinên dij mirovî ew çûne girtîgeha Trabzoê ya Beşîkduzuyê bi armanca ku binpêkirina mafan tespît bikin û got, girtiyan tazî dikin, ser wan bi vî rengî seh dikin, dema ku girtî vê qebûl nakin jî derbê li wan dixin, wan dixin feleqeyê. Yacan bi berdewamî got dema ku li wan dixin kameran digirin, dema ku girtî têne tazîkirin û rêzkirin, li hestiyê wan ê birçî dixin û girtî yên tazîkirî şandî qerdiyanên didin.   Li ser êşkenceyên di vegotinên girtiyên bi navê Cemal Nanîr, Maznûn Ozagar, Ozgur Gurbuz, Kerem Karagoz, Enes Aydogan jî, tê gotin, ''talîmata Wezareta Dadê'' ye.   'SÛCÊ ÊŞKENCEYÊ HATIYE KIRIN'   Endamê Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Wanê Fehîm Yacan herî dawî got li gel ku 2 heftî ser derb û êşkenceyê re derbas bûne jî li ser laşê girtiyê bi navê Mahsûm Yuksekbag hê jî şopa êşkenceyê maye û diyar kir, ''Hatiye dîtiye ku li dijî girtiyan sûcê êşkenceyê hatiye kirin.''