Polîsan li Erxenî maşîneyek gulebaran kir: Ajokar jiyana xwe ji dest da 2018-12-11 16:27:30   AMED - Li navçeya Erxenî ya Amedê polîsan maşîneyek gulebaran kir. Di bûyerê de ajokarê maşînê Abdullah Arat  li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.   Li navçeya Erxenî ya Amedê Tîmên Tevgera Taybet, maşîneyek bi sedema ku li nokteya tîmên tevgera taybet ranewestiya gulebaran kirin. Di bûyerê de ajokarê maşînê Abdullah Arat (25) ku ehliyeta wî tune bû li cihê bûyerê jyana xwe ji dest da. Arat ku li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji bo ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê. Di maşîneyê de kesê din ku navê wî nehat zanîn û di êrîşê de birîndar bû, hat binçavkirin.  Cenazeyê Arat piştî anîn Saziya Tipa Edlî ya Emdê teslîmî malbatê kirin. Malbatê cenaze birin gundê Killeşê û li gund defin kirin.