Polîsan dest danî ser kompûtera serlêdanên namzetiyê 2018-12-11 15:58:22   ÊLIH – Derket holê ku duh di serdegirtina polîsan a avahiya HDP’a Êlihê de polîsan dest daniye ser kompûtera serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên herêmî ku têde qeydkirî bûn e.    Rêxistina HDP’ê ya Êlihê li dijî binçavkirina 29 rêveberên HDP, aktîvîstên TJA û Dayikên Aştiyê ku dest bi greva birçîbûnê kiribûn daxuyanî û operasyonê şermezar kir. Civîna li avahiya HDP’ê pêk hat. Endam û rêveberên HDP’ê beşdarî daxuyaniyê bûn.    Alîkarê Hevserokên Rêxistina HDP’a Êlihê Mahîr Beklevîç di civînê de axivî û diyar kir ku rêxistina wan bûye hedefa zextên polîsan û ev operasyon li ser fermana îtîfaqa AKP û MHP’ê pêk tên. Beklevîç got: “Hevalên me yên di binçavan de têkoşîna xwe dewam dikin. Em ê têkoşîna xwe bênavber dewam bikin û teqez em ê bi ser bikevin.”    'AKP BI ZEXTÊN LI SER PARTIYA ME DESTHILATDARIYA XWE DIPARÊZ E’    Rêveberê HDP’ê Îkram Îrgî jî daxuyanî xwend û destnîşan kir ku bi tecrîdkirina giran a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê krîz û alozî zêdetir dibe û got: “Her ku diçe tundî berbelav dibe. AKP bi boneya desthilatdariya xwe serî li van rêbazên faşîst dide. Kesê wek wan nafifikirin her kesî ‘terorîst’ îlan dikin û her kesî dixin girtîgehan. Hemû beşên civakî bi birçîbûnê terbiye dikin. Bajaran xera dikin û miriyan ji gorên wan derdixin. Di destpêka roja Hefteya Mafê Mirovan a Gerdûnî de ev pêkanînên dij mirovane pêk tê.”    DEST DANÎN SER KOMPÛTERÊ    Îrgî anî ziman ku di serdegirtina avahiya wan de polîsan dest daniye ser kompûtera serlêdanên bernazmetiya hilbijartinên herêmî têde qeydkirîbûne. Îrgî herî dawî got divê daxwaza Leyla Guven bê qebûlkirin û çalakiyên di vî warî de dê mezintir bikin û bersiv bidin zextên li ser partiya wan.