Endamên ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş kart şandin 2018-12-11 15:13:07   STENBOL - Endamên ÎHD’ê, bi boneya hefteya mafê mirovan ji girtiyên nexweş re kart şandin.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, di çarçoveya Hefteya Mafê Mirovan a 10 û 17’ê Kanûnê de ji girtiyên nexweş ên di girtîgehên Marmarayê dene re kart şandin. ÎHD’iyan li ber Postexaneya Mezin a Sîrkecî daxuyaniyek kurt dan û pankarta “Girtiyên nexweş ne bi tenê” vekirin.    Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran, daxuyanî da û got: “Em dixwazên dewleta Komara Tirkiyeyê, di warê mafê mirovan û azadiyan de bi awayekê adîlane nêz bibe.” ÎHD’iyan piştî daxuyaniyê, ketin hûndirê postaxanê û ji girtiyan kart şandin.