Bertek nîşanî binçavkirinên Wanê dan: Daxwazên Guven daxwazên me ne 2018-12-11 15:00:31   WAN - Parlementera HDP’ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe, bertekek tund nîşanî binçavkirina aktîvîstên TJA yên ketin greva birçîbûnê da û got: “Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne.  Emê çalakiyên xwe berdewam bikin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Hevseroka KCD û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû dest pê kirin di roja 34'an de berdewam dike. Aktîvîstên TJA û Dayikên Aştiyê bi armanca piştgiriya çalakiya Guven duh li avahiya HDP’a Wanê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Polîsan serê sibê saet di 05.00’an de bi ser rêxistina avahiya HDP’a Wanê de girt, 14 jinên ji Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê pêk dihatin binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Wanê. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr derbarê binçavkirinan de li baxçeyê avahiya partiyê daxuyanî da. Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr, Parlementera HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlementera  Bedîa Ozgokçe Ertan daxuyanî da û bal kişand ser çalakiya Guven a di roja 34’an de berdewam dike.    ‘DI DÎROKÊ DE NEHATIYE DÎTIN’   Ertan, diyar kir ku tecrîd sûc mirovahiyêye û wiha axivî: “Guven li dijî vî sûcê mirovahiyê dest bi çalakiyê kir. Di dîrokê de tecrîdek wiha girankirî nehatiye dîtin. Rejîma li Îmraliyê, rejîmek taybete. Tenê Birêz Ocalan nayê tecrîd kirin, bi Ocalan re gel tê tecrîdkirin. Daxwazên Guven daxwazên me ne. Jinan bi vê armancê li Amed, Êlih û Wanê ji bo sê rojan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Lê ji duh de li van sê bajaran operasyonên binçavkirinê hatin destpêkirin. Li Amedê bi taybetî Dayikên Aştiyê hatin derp kirin û rastî mudaxileyek tund hatin. Hîna jî binçavkirin berdewam dikin.”    ‘EV DER NE ÇEWLIKE’    Ertan, da zanîn ku li vî welatî 6 mîlyobn dengên HDP’ê hene û wiha bilêv kir: “Avahiyên HDP wisan ne  çewlikên bavê wen e. Ji duh de derdora avahiya me hatiye dorpêçkirin. Me van nêzîkatiyan red û şermezar dikin. Çalakiya 14 jinên hatin binçavkirin berdewam dike. Berxwedana hevalên me berdewam dike. Hevalên me ji derveyî avê tişteke din naxwin û venaxwin. Bi awayekî keyfî xwê, şeker û lîmon nadin hevalên me. Daxwazên Leyla Guven îro daxwazên hemû gelê mene. Daxwazên me hemû jinane. Divê dimildest tecrîd bê rakirin.”    ‘KES NIKARE LI HEMBERÎ VAN DAXWAZÊN ME RAWESTE’   Ertan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Daxwazên me yên ji bo rakirina tecrîdê û çalakiyên me dê berdewam bikin. Li vê derê em bang li hemû gelê Wanê yê bi rûmet dikin, îro dixwazin vîna me ya hilbijartinê bişkînin. Vê yekê jî ji tirsan dikin. Hemû binçavkirin û êrîş nîşaneya vê yekê ne. Em bang hemû gelê xwe dikin ku li dûra partiya xwe kom bibin. Serlêdan berdewam dikin. Dê kes nekare li hemberî daxwazên gel bibe asteng. Teqez emê bi ser bikevin.”   Piştî daxuyaniyê, tilîlî û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin” hatin berzkirin.