Doza Nisêbînê: Divê sûcên mîlîtarîst bên darizandin 2018-12-11 14:54:10   MÊRDÎN - 5'emîn danişîna doza Nisêbîne ku 53 kes tên darizandin di roja duyemîn de berdewam kir. Di danişînê de bersûcan parastin kirin û anîn ziman ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin û îşkenceya li wan hatiye kirin vegotin. Bersûcên girtî tên darizandin, diyar kirin ku îşkenceyek ku nayê tarîfkirin li wan hat kirin û xwest sucdarên militarist bên darizandin.    Li Navçeya Nisêbînê di serdema qedexeyan de di 26'ê Gulana 2016'an de 53 welatî ji taxan hatibûn derxistin. Piştî 53 welatî ji taxê derketin hatin binçavkirin û rastî îşkenceya giran hatibûn. Piştre jî hatibûn girtin. 5'emîn Danişîna doza 53 kesên li Nisêbînê di qedexeyan de hatin tahliyekirin hatin girtin û doz li wan vebû, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di roja duyemîn de berdewam kir. Danişîn li salona Midûriyeta Bajar Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Di danişînê de 13 girtiyên ku ji bo her yekî 76 sal cezayê muebeta giran ji wan re dixwazin anîn salonê. Di danişînê de li gel 13 girtiyan, parêzer û malbatên wan jî li salonê amade bûn. Piştî xwendina nasnameyan ewil girtî Osman Uçar parastin kir.    ÎDÎA RED KIRIN   Uçar, îdîanameya der barê xwe de red kir û wiha got: “Ger ku em bi van sucdariyan tên tawanbarkirin wê demê bila çek û muhîmatan nişan bidin. Uçar, îdîayên der barê xwe der red kir û wiha got: "Malzemeyên di testa DNA û kriminal de hatin kirin piranî amûrên jiyanê ne. Em ji ber ku malzemeyên jiyanê li ser me hatin girtin tên darizandin. Tê îdîakirin ku ez endamê rêxistinê me. Ez vê yekê red dikim. Min di xebatên barikat, hendek û şer de cih negirtiye. Di bin çavan de îşkenceyek mezin li me hat kirin. Tarîfeya wê nayê kirin. Divê sûcdarên esil û hêzên mîlîtarist bên darizandin û cezakirin. Ez îfadeyên li ser min hatine gotin jî qebûl nakim. Di bin îşkenceyê de îfade hatin girtin. Îşkenceyek ku nayê tarîfkirin li min hat kirin. Ez tu îfadeya ku di bin çavan de min daye qebûl nakim. Darizandina me encama neçareseriya pirsgirêka kurd e. Pirsgirêk heqûq û pergala Qanûna Bingehin e. Divê êdî gelê kurd û gelên din wekî teror neyê dîtin û dest ji vê tawanbariyê berdin."    9 MEHIN DI YEK HUCREYÊ DE TÊM GIRTIN   Uçar, anî ziman ku bi tena serê xwe li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê tê girtin û wiha got: "9 meh in ez di hucreya yek kesî de têm girtin." Lê dadger got 'Ew dozgerê girtîgehê eleqeder dike. Tiştekî em bikin tune ye'    DELÎL HATINE AVAKIRIN   Parêzer Alî Kahraman jî parastin kir û ani ziman ku delîlên der barê wekîlan de hatine avakirin û ji rastiyê dûr in. Kahraman, da zanîn ku bi van delîlên çêker darizandin tê xapandin û agahiyên şaş dibin sedema encamên şaş.    Kahraman, xwest qeydên kamera yen wê demê bên lêkolînkirin. Xwest dîmenê li  baxçeyê dibistanê û dîmenên MOBESE û kameraya maşîna zirxî jî bê lêkolinkirin.  Danişînê bi parastina Nubahar Ozdemir berdewam kir. Ozdemir, jî anî ziman ku wekî sivîlekê li Nisêbînê bû û di bin çavan de rastî îşkenceya giran hatiye.    Prz. Zuhat Bilen jî parastin kir û anî ziman ku darizandin kêm tê kirin û xwest muwekilên wî bên berdan."    Heyete danişîna dozê taloqî sibê kir.