‘Ji bo Ocalan herkes berpirsyar e’ 2017-10-30 15:53:26 AMED – Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Vahap Gunay bal kişand ser tenduristî û ewlehiya Ocalan û got: “Em bangî herkesî dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.”  Rêxistina HDP’a Yenîşehîrê ji bo balê bikişîne ser xetereya tenduristî û ewlehiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya partiya daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Vahap Gunay axivî û bal kişand ser parvekirinên tora civakî yên der barê tenduristî û ewlehiya Ocalan de û got ku her roja ku diçe xetereyên gelê kurd û Rojhilata Navîn zêde dibin.    Gunay bang li Wezareta Dadê û hikûmeta AKP’ê kir ku berpirsyariya xwe bînin cih û wiha got: “Birêz Ocalan 18 sal e bi tena serê xwe li Greva Îmraliyê tê girtin. 700 roj in ji rewşa Ocalan tu agahî nayê girtin. Divê neyê ji bîr kirin ku Birêz Ocalan bi fikr û ramanên xwe kesayetek alîkariya daye ji bo pêkhatina aştû çareseriyê. Pêwîste baş bê zanîn ku kesayetek di asta aştî û demokratîkbûnê de gavên erênî avêtiye.”    BANGA LEZGÎNΠ   Gunay da zanîn ku agahiyên der barê Ocalan de tên parvekirin ji geşedanên Rojhilata Navîn ne serbixwetir e û got: “Divê bi lezgînî malbat, parêzer û heyetek serbixwe bişînin cem Birêz Ocalan. Li dijî van pêkanînan Em bangî herkesî dikin ku berpirsiyariya xwe bînin cih.”