Hevşaredarê Xelfetî nehat berdan 2018-12-11 12:10:23   RIHA - 4’emîn danişîna doza darizandina 7 kesên di nav de Hevşaredarê Xelfetî Mûstafa Bayram ê qeyûm tayînê cihê wî hatkirin jî heye, hat dîtin û kesek nehat berdan.     4’emîn danişîna doza darizandina 7 kesên di nav de Hevşaredarê Xelfetî Mûstafa Bayram ê qeyûm tayînê cihê wî hatkirin jî heye, hat dîtin. Danişîn li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Ji 7 kesên tên darizandin 5 jî girtine. Hevşaredarê Xelfetê Mûstafa Bayram, Leyla Akçam, Avnî Gurbuz û Mehmet Bînîcî yên digirtî tên darizandin, beşdarî danişîn bûn. Malbata Bayram û parêzerên girtiyan doz şopandin. Piştî danasîna nasnameyan danişînê dest pê kir.    DOZGER CEZA XWESTIBÛ    Dozger di danişîna 3’yemîn a dozê de mutala da bû û xwestibû 7 kes bên cezakirin. Di danişîna îro hat dîtin de, ji ber guhertina parêzerê Avnî Gurbûz, danişîn taloqî 17’ê Kanûnê hat kirin.