Girtiyên li Girtîgeha Tokatê hatin derpkirin 2018-12-11 11:37:49   MÊRDÎN - Hat diyar kirin ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê ji aliyê gardiyenan ve hatin derpkirin û dûre kirin hucreyên yek kesî. Buyer duh di danişîna Doza Nisêbînê hat dîtin, hat ziman û rayedarên girtîgehê derbarê bûyerê de bêdeng man.    Hat hîn bûn ku 10 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, ji aliyê gardiyenan ve hatin darpkirin û avêtin hucreyên yek kesî. Hat dest nîşan kirin ku girtiyekê dinava kesên hatin derpkirin de, sîrgun girtîgehek din kirin. Alaattîn Demîr ê girtî bi navbeynkariya malbata xwe, bi rêya telefonê derbarê bûyerê de ev agahî dan: “Gardiyenan dibin navê lêgerînê de, bi ser qawîşan de girtin û em derp kirin. Ji ber derp gardiyenan canê hin girtiyan şin û reş bûne.”      Demîr, da zanîn ku wan xwestiye derbarê bûyerê de bi raydarên girtîgehê re hevdîtin bikin, lê daxwaza wan nehatiya qebûl kirin û wiha got: “Ez nizanim hevalên min bi ku derê ve birin. Derbarê hevalên me de agahî nadin me.”   Malbata Demîr, derbarê derp kirin girtiyan de serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dan.    'RAPORA DERB NEDAN GIRTIYAN'   Derbarê bûyerê de, girtiyan duh di danişîna 5’emîn a Doza Nisêbînê de derketin pêşberî dadger jî anîn ziman. Îbrahîm Halîl Ildiz ê ji Girtîgeha Tokatê anîn 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, di parastina kir de wiha gotibû: “Di 14’ê Mijdarê de, ez bi 10 hevalên xwe re rastî êrîşa gardiyenan hatim. Piştî îşkenceya li me hat kirin, bijîşk rapora derb xwarinê neda me. Ji ber vê me giliyê bijîşk kir.”   RAYEDARÊN GIRTÎGEHÊ BERSIVA PIRSÊN ME NEDAN    Derbarê bûyerê de me bi telefonê li rayedarên girtîgehê geriya, lê bi hinceta Qanûna Memûrtiya Dewletê ya Hejmara 657’an, bersiva pirsên me nedan.