4 kesên îfade dan hatin berdan 2018-12-11 10:57:57 ÊLIH - Li Êlihê, ji aktîvîstên TJA yên di çalakiya greva birçîbûnê de yên di serdegirtina avahiya HDP’ê ya bajêr de hatin binçavkirin, 4 jê hatin berdan.     Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên li Êlihê li dijî tecrîdan li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan. Çalakiya aktîvîstên TJA ya duh li avahiya HDP’ê ya Êlihê dest pê kir û polîsan di saetên şevê de bi ser avahiya partiyê de girtin û 29 kes binçav kirin.  Ji 29 kesên birin Midûriyeta Polîsan a Êlihê, Emsal Kaya, Menfiyet Çelîk, Aliye Işik û Nefîye Aktaş piştî îfade dan, serê  sibê hatin berdan.    Hat diyar kirin ku Rêxistina HDP’ê ya Bajêr dê îro derbarê serdegirtina polîsan û binçavkirinan de daxuyanî bidin çapemeniyê.