Girtiyên MKP’ê li dijî tecrîdê ketin greva birçîbûnê 2018-12-11 10:25:47   TEKÎRDAG - Endamên Partiya Komunîst Maoîst li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, ji dij3ı tevrîdê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, girtiyên PKK û PAJK’ê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Endamên Partiya Komunîst Maoîst (MKP) ên girtî jî piştgirî dan çalakiyê.     Endamên MKP’ê yên li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê, li dijî tecrîdê ji bo 3 rojan ketin greva birçîbûnê. Hat diyar kirin ku girtiyên MKP’ê di 6’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin û di 8’ê Mijdarê de bi şev bi dawî kirin.