Erdogan rexneyan tehemil nake: Di 3 salan de ji bo 68 hezar û 827 kesan doz vekirin 2018-12-11 10:00:56   STENBOL – Prof. Dr. Yaman Akdenîz, diyar kir ku sûcdarkirinên “Heqaret li Serokkomar kirinê” pir zêde bûne û got: “Pergal li ser cezakirin û bêndengkirinê hatiye avakirin. Rexneyek biçûk jî, bi cezakirin û darizandinê bi encam dibe.”    Bi hinceta madeya TCK 299’an a heqaret li serokkomar kirin, di navbera salên 2014 û 2017’an de, ji bo 68 hezar û 627 kesan lêpirsîn hat vekirin. Di nava lêpirsînên hatin vekirin de 12 hezar û 839 lêpirsîn veguhertin dozê. Bi taybetî piştî Erdogan di referanduma 16’ê Nîsana 2016’an de bû Serokkomar, rexneyên ji bo Serokê Giştî yê AKP hatin kirin jî, di çarçoveya heqaret li Serokkomar kirinê de hatin dest girtin û lêpirsîn hatin vekirin. Prof. Dr. Yaman Akdenîz ê ji rojnameya Cumhuriyê re axivî û got: “Bi giştî pergal li ser cezakirin û bêndengkirinê hatiye avakirin. Ji ber vê rexneyek biçûk jî, bi cezakirin û darizandinê bi encam dibin.”   DOZ PIR ZÊDE DIBIN    Prof. Akdenîz, diyar kir ku ji roja Erdogan bû Serokkomar û vir ve di sala 2014’an de 132, di 2015’an de hezar û 953, di 2016’an de 4 hezar û 187 û di 2017’an de jî 6 hezar û 33 doz hatin vekirin   Akdenîz, da zanîn ku dîsan ji ber sûcdariya heqaret li serokkomar kirin, di sala 2014’an de 682, di sala 2015’an de 7 hezar û 216, di 2016’an de 38 hezar û 254, di 2017’an de jî 20 hezar û 539 lêpirsîn hatin vekirin. Akdenîz, anî ziman ku bi giştî di dema Erdogan de 68 hezar û 827 lêpirsîn hatin vekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nava van lêpirsînan de 12 hezar û 839 veguherîn dozan. Dinava 12 hezar dozan de ji bo 9 hezar û 234’an biryar hat dayîn. Di vê çarçoveyê de biyara mehkûmiyetê ji bo 3 hezar û 414’an hat dayîn. Ji bo 2 hezar û 550 bi şertê ku carek din sûcek wiha neke, biryara berdanê hat dayîn û Ji bo hezar û 697 dozan jî biryara beraetê hat dayîn.”