Eleqeya ji bo kursên kurdî zêde dibe: Zimanê me hebûna me ye 2018-12-11 09:11:31   STENBOL – Li rêxistinên navçeyan ên HDP'ê gelek kes tev li kursên zimanê kurdî dibin. Seda Yelkencî ya ji Rîzeyê jî tev li kursan dibe û got: "Hem min xwest li dijî asîmlasiyona çandî helwesteke polîtîk nîşan bidim, hem jî ji bo bi hevalên xwe yê kurd re biaxivim tev li kursê bûm.   Li avahiyên rêxistinên navçeyan ên HDP'a Stenbolê gelek kes tev li kursên zimanê kurdî dibin. Eleqeya ji bo kursan her diçe zêdetir dibe. Her wiha gelek kes jî tevî hînbûna zimanê kurdî bi armanca li hemberî asîmlasyona çandî helwesteke polîtîk nîşan bidin tev li kursan dibin. Kurs roja pêncşem û şemiyê hene û her kursek 6 mehan dewam dike. Xwendekarên tev li kursa HDP'a Kadikoyê dibin bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî.    ‘ZIMANÊ ME HEBÛNA ME YE'    Karker Zafer Aslan ku tev li kursê dibe diyar kir ku divê li hemû qadên jiyanê axaftina bi kurdî hebe û got: "Loma dixwazim hîn bibim. Çimkî zimanê me hebûna me ye. Loma zimanê zikmakî girîng e. Serketina herî mezin ziman e. Dema wisa be wê tu hêz nikaribe xwe li ber kurdan bigire. Çimkî hêz û daxwaz zêdetir bibe. Em dixwazin li hemû qadên jiyanê bi zimanê xwe biaxivin û belav bikin. Gelek kes ji ber vê tev li kursan dibin. Ez jî yek ji wan im."    ‘ÊDÎ PIRANIYA JIYANA MIN KURDÎ YE'    Aslan, destnîşan kir ku êdî piraniya jiyana wî bi kurdî ye û got: "Ev jî bi saya kursên zimanê kurdî ye. Berê ez jî wekî gelek kesan nêvî bi kurdî nêvî jî bi tirkî dipeyivîm. Piştî kursê ev yek guherî. Êdî xwedî li çanda xwe derdikevim. Ziman tenê ne bi perwerdehiyê ye, divê mirov bike perçeyeke jiyana xwe. Tevlêbûna min a kursan ji bo min serketinek mezin e."    JI BO TEVLÊBÛNÊ BANG KIR    Aslan, destnîşan kir ku ji ber malbata wî girîngî nedaye ziman hîn nebûye, lê belê ji bo ev ziman bijî divê zarok bi kurdî zanibin. Aslan got: "Tenê ne kurd, divê gelên din jî tev li kursan bibin û hîn bibin."    ‘JI BO HELWESTEKE POLÎTÎK'    Xwendekara Zanîngeha Stenbolê Seda Yelkencî ya ji Rîzeyê jî tev li kursan dibe. Yelkencî got: "Ez ji Rîzeyê me û tev li kursên kurdî dibim. Çimkî bi salan e dewlet polîtîkayeke asîmlasyona çandî bi rê ve dibe. Hem min xwest li dijî vê helwesteke polîtîk nîşan bim hem jî ji bo bi hevalên xwe yê kurd re biaxivim tev li kursê bûm. Wexta ez bi wan re diaxivim hîsa wekî ez tirkî li wan ferz dikim li min peyda dibe. Çima wexta ez pêwendiyê bi wan re deynim ew bi tirkî biaxivin? Min xwest ez êdî bi kurdî bi wan re biaxivim. Loma hînî kurdî dibim."    MA / Necla Demir