‘Divê endamên Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte bên darizandin!' 2018-12-11 09:08:37 EDENE - Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê yê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, destnîşan kir ku divê endamên Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte bên darizandin.  Bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin 36 Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) hatin derxistin. Bi van KHK'yan 125 hezar û 806 kes hatin îxrackirin. Her wiha bi dehan sazî û komele jî hatin girtin. Ji bo rê li mexdûriyetên derketina holê bê girtin di 2017'an de bi KHK'yekê Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte hat avakirin. Parlementerê HDP'ê yê Kocaleiyê û Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû pirsgirêkên kesên bi KHK'yan hatine mexdûrkirin û armanca komîsyona hatiye avakirin nirxand.   Gergerlîoglû, destnîşan kir ku êdî ew ji her derdorê gotina "Êdî em nikarin li vî welatî bijîn. Divê em vî welatî terk bikin" dibihîsin. Gergerlîoglû diyar kir ku mirovên zanyar jî di nav de gelek mirov dixwazin ji vî welatî biçin.    'MIRINA CIVAKIYÎ'    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku herî zêde jî mexdûrên KHK'yan dixwazin welat biterikînin, çimkî kesên mexdûr hem maddî hem jî manewî bi rewşeke "mirina civakiyî" re rû bi rû ne.    Her wiha Gergerlîoglû, destnîşan kir ku li akademîsyen û mirovên zanyar ên bi KHK'yan mexdûr nebûne jî heman guman peyda bûye û ev yek di warê zanist û akademiyê de dibe sedema stewrbûnê. Gergerlîoglû ji bo vê mînak da û diyar kir ku zanîngeên li Tirkiyeyê di nav 500 zanîngeên cîhanê de cih negirtine. Gergerlîoglû got: "Li cihekî wisa zaniste nepêkan e. Ne mimkun e mirovên zanyar hebin. Loma mirovên zanyar dixwazin birevin û derkevin derveyî welat."    'KOMÎSYONA REWŞA AWARTE TENÊ 'EWARE' DIKE'    Gergerlîoglû, detsnîşan kir ku Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte wekî komîsyoneke "astengkirin û ewarekirinê" atiye avakirin û got: "Ji bo li Tirkiyeyê mirov xwenegihînin hiqûqê ev komîsyon hat avakirin. Li Tirkiyeyê 2 sal û nîv e mirov nikarin di warê hiqûqî de tiştekî bikin. Pêşî çûn Dadgeha Îdareyê. Dadgeên îdareyê gotin 'em nikarin bi we re eleqedar bibin' û serlêdan red kirin. Bi awayekî neçar vegeriyan. Bi pêşniyara Ewropayê û DMME'yê bi navê Komîsyona Rewşa Awarte komîsyoneke sosret hat avakirin. Bi rastî jî sosret e. Nayê zanîn çî ye. Rêya hiqûqê ye? Rêya daraza îdarî ye? Ne diyar e. Kesên we îxrac dikin û mexdûr dikin wê careke din rewşa we binirxînin. Kesên neyta wan xirab wê careke din we di neyteke xirab re biparzinînin. Û wisa jî çêbû. Kesên bi awayekî bêhiqûqî atin îxrackirin, bi awayekî bêhiqûqî hatine nirxandin. Li gorî kêfê an atin qebûlkirin an jî hatin redkirin."    ‘DIVÊ ENDAMÊN KOMÎSYONÊ BÊN DARIZANDIN'    Parlementerê HDP'î Gergerlîoglû, da zanîn ku heta niha 125 hezar kes serî li komîsyonê dane, lê belê komîsyonê tenê 42 hezar serlêdan bi dawî kirine. Gergerlîoglû, diyar kir ku bi encama derketiye holê jî diyar e ka neyta komîsyonê çi qasî xirab e. Gergerlîoglû, bilêv kir ku rêjeya kesên vegeriyane ser karê xwe jis edî 7.5 e û got: "Ev jî cihê nîqaşê ye. Çimkî nediyar e ka li gorî krîtereke çawa hatiye îadekirin an jî redkirin. Ev li gorî krîterên biguman tên kirin. Kesên der barê wan de biryara neşopandin an jî beraatê hatine dayîn tu tiştî îfade nakin. Komîsyon xwe di ser Qanûna Bingehîn re dibîne, Qanûna Bingehîn bin pê dike. Ev sûc e. A rast ya divê bê darizandin komîsyon e. A divê binirxîne ne komîsyon e. Wesfeke vê komîsyonê ya bi vî awayî tune ye. Çimkî Qanûna Bingehîn bn pê dike. Kesekî beraat girtibe ma kîjan saziyeke Komara Tirkiyeyê dikare wî wekîs ûcdar îlan bike. Lê ev sazî wan îlan dike. Dibêje 'em ê te tim wekî terorîst zanibin.' Peyvên wekî îrtîbat û pêvekî yên bêwate ne bi kar tînin. Ji bo wateya wan neyê zanîn bi taybetî hatine hilbijartin. Dibêje ew li gor vê tev digere."    Gergerlîoglû got: "Bila mexdûrên KHK'Î nebêjin bi îadekirinê wê er tişt biqede. Li welat bêiqûqîyeke mezin eye. Zilmeke mezin heye. Ev pirsgirêk tenê bi îadekirinê çareser nabe. Jixwe bên îadekirin jî wê tim bi muameleya sûcdariyê re rû bi rû bimînin. Li welat pirsgirêka demokrasî û iqûqê heye. Heta ev neyên çareserkirin wê tiştek pêk neyê. Bila bitêkoşin. 2 sal û nîv e KHK'î deng dernexitine. Bang li hemû KHK'yina dikim ku li deverên lê ne bên cem hevdu û bibin yek. Bila xemgîn nebin, bila serî netewînin. Teqez wê mexdûrên KHK'î bi ser biekvin."    MA / Hamdullah Kesen