Platforma Saziyên Demokratîk plansaziya ji bo Ocalan aşkere kir 2017-10-30 15:17:08 STENBOL – Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê plansaziya çalakiyên bi dirûşmeya “Em ê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan nesekinin” aşkere kir.  Platforma Saziyên Demokratîk a Stenbolê ku di nav de rêxistinê HDP, HDK, Dayikên Aştiyê, Enstîtuya Kurd, TJA û gelek saziyên din jî hene li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi civînek çapemeniyê plansaziya çalakiyan a 2 hefteyan aşkere kir. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê pêk hat û pankarta “Em ê ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Birêz Ocalan nesekinin” hat daliqandin.    'EV GEŞEDAN ÎFŞAKIRINA POLÎTÎKAYA DÎL GIRTINÊ YE’    Li ser navê Platformê Berdevak TJA’yê ya Stenbolê Gulistan Aydin daxuyanî da û diyar kir ku di pêvajoyek wiha krîtîk û dîrokî de geşedanên diqewimin û nûçeyên der barê jiyana Ocalan de niyeta polîtîkaya tecrîda li ser Ocalan dide dest. Aydin got: “Nûçeyên derbarê jiyana Ocalan de tên belavkirin gefek vekirî ya li hember gelê kurd e. Peyama ‘Serokatiya we di destê min de ye her kêliya ez bixwazim dikarim tiştekî bikim’ didin civakê. Ev peyam jî îfşaya polîtîkaya 18 salan a rehîn girtinê ye.”    LI SERANSERÎ STENBOLÊ ÇALAKΠ   Aydin destnîşan kir ku li dijî polîtîkayên Îmraliyê sebra wan xelas bûye û heta ji Ocalan agahî bê girtin dê çalakiyên wan berdewam bikin. Aydin anî ziman ku dê ji 1’ê mijdarê heta 12’ê mijdarê çalakiyên cûr bi cûr ji bo tenduristî û ewlehiya Ocalan li dar bixin û di plansaziya wan de çalakiyên greva birçîbûnê jî heye û dê li seranserî Stenbolê çalakî pêk bên.     Platformê herî dawî destnîşan kir ku heta Ocalan bigîhîje azadiya xwe dê çalakiyên demokratîk bi domdarî pêk bînin.