ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-11 09:00:26 * Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê yê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, destnîşan kir ku divê endamên Komîsyona Lêkolînkirina Karên Rewşa Awarte bên darizandin.  * Yek ji kesên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbîne de jiyana xwe ji dest da jî Nesîm Atabey e. 2 sal û nîv derbas bûn lê belê hîn jî cenazeyê Atabey nedane malbatê û bi ser de jî polîs bi awayekî sîstematîk davêjin ser mala malbata Atabey û ji malbatê re dibêjin: "Kurê we li kuderê ye, jimareya telefona xwe daye we." Dayik Ayşete Atabey doza cenazeyê kurê xwe kir û got: "Ev zilm e."    * Hunermend saadet Sorgûnlû ku dibêje "kinc jî bîra bedenê ne" bi pêşangeha xwe ya bi navê Bişikifî" ew û hunerhezan hatin cem hev. Sorgûnlû kincan diguherîne, wan derbasî ser formê dike û ji nû ve şîrove dike. Wê Sorgûnlû derameta pêşangehê bide Akademîsyenên Aştiyê.    * Hikûmet li hemberî çalakiya Leyla Guvenê xwe li bêdengiyê datîne. Amediyan bertek nîşan da û gotin daxwazên Guvenê daxwazên wan in jî û xwestin demildest dawî li tecrîdê bê.    *  Li rêxistinên navçeyan ên HDP'ê gelek kes tev li kursên zimanê kurdî dibin. Seda Yelkencî ya ji Rîzeyê jî tev li kursan dibe û got: "Hem min xwest li dijî asîmlasiyona çandî helwesteke polîtîk nîşan bidim, hem jî ji bo bi hevalên xwe yê kurd re biaxivim tev li kursê bûm.   * Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz geşedanên dawî yên li Sûriyeyê nirxandin û got, wê di demên pêş de Rûsya êrîşî Îdlîbê bike û wê operasyona Îdlîbê ji bo Tirkiyeyê bibe cihê windahiyeke pir mezin.    * 5'emîn Danişîna doza 53 kesên li Nisêbînê di qedexeyan de dema hatin tahliyekirin hatin binçavkirin û girtin û doz li wan vebû dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Baroya Amedê, Nûnertiya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) ya Amedê, Komeleya Înîsiyatifa Maf a Amedê, dê bi hevre belgefîlma "Kuyu" bidin pêşandan. (17.00)    * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Dersimê dê ji bo banga Mîtinga Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne. (17.00)   * Şaxên ÎHD û TİHV'ê bi minasebeta hefteya mafên mirovan 10-17'ê Kanûnê dê li Postexaneya Sirkecî ya Stenbolê ji girtiyên nexweş re kartan bişînin. (13.00) Bi heman armancê dê li Şaxa ÎHD'ê ya Taksimê jî gotubêja “Mafê girtiyan û tecrîd" pêk bînin.(18.30)   * Koma Jinan a Meclîsê ya HDP'ê, dê têkildarî binçavkirina jinên TJA'yî yên duh li Amed û Êlihê hatin binçavkirin li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bînin. Bi heman armancê dê li avahiya HDP'ê ya Êlihê jî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.30 - 13.00)   * Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu, dê têkildarî danişîna Hevserokê HDP'e yê berê Selahattin Demirtaş ku di 12-13-14'ê Kanûnê de li Edliyeya Enqere ya Kampusa Girtîgeha Sincanê pêk bê dê daxuyaniyê bidin çapameniyê. (13.00)