Wekîlê HDP’ê kelepçe qebûl nekir ew nebirin nexwşxaneyê 2017-10-30 15:16:28 ŞIRNEX – Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ji ber ku kelepçe qebûl nekir, ew nebirin nexweşxaneyê û nîşanê bijîşke nedan. Wekîla HDP'ê Aycan Îrmez, mijar bir meclisê.  Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Ferhat Encu, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê xwest biçe nexweşxaneyê, lê rayedarên girtîgehê xwestin destê wî kelepçe bikin, Encu yê ev yek qebûl nekir ew nebirin nexweşxaneyê. Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez bûyer bir Meclisê. Îrmez bi pêşnûmepirsekê xwest Serokwezîr Bînalî Yildirim mijarê bibersivîne. Îrmez da zanîn ji ber ku Encu kelepçe qebûl nekiriye, ew nebirine nexweşxanyê. Hat diyarkirin ku ji bo Serokê Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) Îsmaîl Kahraman bibersivîne, daxwazname hatiye şandin.   Îrmez destnîşan kir ku Encu ji Serokê Meclisê Kahraman re daxwazname şandiye û aşkera kir ku bersiva "Wekîlên me yên vîna neteweyî û ezîziya wan temsîl dikin; dewleta hiqûqê û serdestiya hiqûqê, makeqanûnê, qanûnan qebûl dikin û demokrasiyê bi menaya herî xurt dipejirînin, bi hişmendiya yek al, yek welat, yek dewlet û yek neteweyî, dê welatê me hêj xurtir bigihînin cihekî pêşketî û dê vê armanca xwe berdewam bike." Di berdewama berisvê de hat gotin ku heke di vê der barê de serî li Wezareta Edaletê û Wezareta Karê Hundur bidin dê baştir bibe.