Li meclîsê binçavkirina HDP'iyên destek dan grev birçîbûnê hat pirsîn 2018-12-09 16:39:33   AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, der barê binçavkirina HDP'iyên ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê ketin greva birçîbûnê de, armanca binçavkirinê ji Serokatiya Meclîsê pirsî.    Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, der barê binçavkirina HDP'iyên ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ketin greva birçîbûnê de, armanca binçavkirinan ji Serokatiya Meclîsê pirsî.    Di pêşniyazpirsa ji bo Alîgirê Serokomar Fûat Oktay bibersivîne hat berpêşkirin de ev pirs hatin kirin:    “*Bi awayekî hevwext li bajarên cuda xebatkar û rêvebirên partiya me hatin binçavkirin. Ma ev yek ne delîl e ku bi talîmateke siyasî ya ji navendê hatiye dayîn? Ger ne wisa be nexwe ev operasyonên binçavkirinê xwe dispêrên kîjan qanûnê?    *Ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guvenê rêvebir û xebatkarên HDP'î û aktivîst ketin greva birçîbûnê. Çend rêvebir, aktivîs û xebatkarên me hatin binçavkirin?    *Gelo xebatkar û rêvebirên partiya me yên destek dan çalakiya greva birçîbûnê ji ber hilbijartina herêmî hatin binçavkirin?    *Partiya me li parlementoyê partiya sêyemîn e û biryara destekê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê girtibû. Ji ber vê li gelek bajaran bi beşdarbûyîna parlementerên me çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê mafekî qanûnî ye. Gelo mebesta binçavkirina endamên me yên destek dan çalakiya greva birçîbûnê îllegalîzekirina xebatên partiya me ye?