Komên duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin 2018-12-09 11:48:29   NAVENDA NÛÇEYAN – Li girtîgehan girtiyên PKK'yî û PAJK'î ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan bê di 27'ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kiribûn. Li girtgîgehan piştî 10 rojan şûnde, koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribû. Piştî vê li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê girtiyên PKK'yî û PAJK'î jî bi daxwaza dawî li tecrîdkirina Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Girtiyan ji 27'ê Mijdarê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribû. Piştî 10 rojan şûnde koma duyem çalakiya greva birçîbûnê dewr girt. Di nav kesên dest bi greva birçîbûnê kirin de parlementera HDP'ê ya berê Çaglar Demîrel ku li Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê ye jî heye.    Li gorî agahiyên girtiyan bi rêya xizmên xwe û parêzerên xwe ragihandin kesên ketine greva birçîbûnê ev in:    ÎZMÎR   * Girtîgehên Kiriklar a Jimare 1 û 2 yên Tîpa F: Îshak Dayan, Tekoşer Tûrgût û A.Kadîr Akdogan.  * Li Girtîgeha Jina ya Şakranê ji 4 qawîşên girtiyên siyasî girtiyek bi giştî 4 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin.  * Li Girtîgeha Jimare 3 a Tîpa F a Şakranê ji 18 girtiyên siyasî 10 kes dest bi greva birçîbûnê kirin.  * Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa F a Şakranê girtiyê bi navê Xebat Aydemîr jî di nav de 10 girtî dest bi greva birçîbûnê kirin.  * Li Girtîgeha Jimare 4 a Tîpa T a Şakranê girtiyên bi navê Yûsûf Ozdemîr, Erkan Tamîr, Nebî Dagtekîn, Sadir Alabalik, Vahdettîn Bûdak çalakiya greva birçîbûnê dewr girtine.  * Li Girtîgeha Tîpa T a Menemenê 3 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir.  * Li Girtîgeha Odemîşê Ahmet Başboga, Firat Çelebî, Abdulvehap Aydemîr û Abdurrahman Sîlînsîn dest bi greva birçîbûnê kirin.    BALIKESÎR   * Li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bandirmayê ji her qawîşê 6 kesan dest bi greva birçîbûnê kir. Parêzeran ragihand ku piştî çalakiya greva birçîbûnê girtîgehê dest daniye ser radyoyên girtiyan. Her wiha piştî çalakiya greva birçîbûnê dest pê kiriye heqaret li girtiyan tê kirin û tên derbkirin û çalakiyên wan ên spor, atolye û yên din hatien qedexekirin.  * Li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniye ya Balikesîr girtiyên jin çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi yek kesî didomînin.    MANÎSA   * Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê 4 girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin.    * Li Girtîgeha Tîpa M a Alaşehîr a Manîsayê jî tenê girtiyeke siyasî Ahmet Aslan dimîne. Hat hînbûn Aslan jî dest bi greva birçîbûnê kiriye.    KONYA   * Li Girtîgeha Tîpa T a Konyayê girtiyên bi navê Şiyar Firat û Cûma Dayan dest bi greva birçîbûnê kirin.    DÎLOK   * Li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê Nûrûllah Ûgûr, Agît Nas, Yakûp Brûkanli, Mûhammed Bazencîr û Velat Tufek dest bi greva birçîbûnê kirine.    ŞIRNEX    * Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tevî girtiyekî navê wî nehat hînbûn 6 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir. Girtiyên navên wan hatin hînbûn ev in; Hakan Kûtlû, Kerîm Sevînç, M. Alî Bayar, Halîl Kabak û Ebûbekîr Neng.     MÊRDÎN   * Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî 2 jê jin 12 girtiyên siyasî çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin.