Dozger, serdar û gardiyan bi hevre li kawîşan lêgerîn kirin 2017-10-30 14:06:02 WAN – Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê, dozger, serdar û bi gardiyanan bi ser kawîşên girtiyên siyasî de girtin û lêgerîn kirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi tevlêbûna dozger, serdar û bi dehan gardiyan bi ser kawîşên girtiyên siyasî de girtin. Piştî girtiyên siyasî ji bo şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike ji bo 3 rojan dorveger dest bi greva birçîbûnêkirine. Roja borî dozgerê girtîgehê, midûrê girtîgehê û serdar û bi dehan gartiyanan bi ser kawişên girtiyan de girtin û lêgerîn kirin. Hat zanîn ku 10 rojin rojnameyên Ozgurlukçü Demokrasî û Welat nadin girtiyan.    Hat zanin ku 13 girtiyên siyasî di bin navê "em dê kawîşê we biguherin" ew derxistine û sirgûnî girtîgehên cuda kirine.