Çalakiya ‘Êlek Zeran’ belavî Holland û Belçîka jî bûn 2018-12-08 17:16:16 NAVEND NÛÇEYAN - Çalakiya “Êlek Zeran” a navenda Fransayê dest pê kir, li tevahiya Fransa û Belçîka belav bûn. Polîsên ku mudaxileyî çalakiyan kirin, bi sedan kes binçavkirin.   Li paytexta Fransayê Parîsê çalakiya “Êlek Zeran” a li dijî qeyrana aborî û zema sotemeniyê berdewam dike. Komên li cihên cuda yên Parîsê kom bûn, di dema meşa li Cadeya Champs Elyseesê rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku bi bombeyên gazê mudaxileyê çalakgeran kirin, ji 500 kesî zêdetir binçav kirin. Çalakgerên Êlek Zer ên hatin Cadeya Champs-Elysees dirûşmên “Îstîfa Macran” berz kirin.    Di heman demê li navenda Bruksela Belçîkayê jî çalakî hatin lidarxistin û polîsan bi bombeyên gazê mudaxileyê çalakgeran kirin. Nêzî 100 kesan li Belçîkayê û 2 kes jî li Hollandayê hatin binçavkirin.