Girtiyê nexweş Yavûzel: Ger wisan dewam bike ezê bimirim 2018-12-08 15:28:17   STENBOL - Di çalakiya hefteya 350’emîn a “Rûniştina F” de, hat xwestin ku Fuat Yavûzel ê nexweşê ÎTP ê tedawiya wî li girtîgehê tê astengkirin bê berdan û hat diyar kirin ku Yavûzel gotiye  ku ger wisan dewam bike dê  bimire.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" di hefteya 350’an de berdewam kirin. Polîsan destûr neda ku çalakî li Qada Galatasarayê bê lidarxistin. Ji ber vê çalakî li avahiya Şaxa ÎHD’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e, nayê astengkirin" û wêneyên girtiyên nexweş hatin vekirin. Çalakgeran vê heftê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Fûat Yavûzel ê nexweşiya kronîk Purpur Îmmun Trombosîtopenîk Purpure (İTP) pê re heyî.    'JI BO GIRTINÊ DELÎLEK ŞÊNBER TUNEYE'   Endamê Komîsyonê Mehmet Acettîn, daxuyaniya vê heftê xwend û wiha got: “Yavûzel 23 saliye û ji 14 saliya xwe ve bi nexweşiya ÎTP ketiye. Ev nexweşiyek xwînê ye û dibe sedem ku xwînîbûnê. Yavûzel bi awayekê bêhiqûqî girtiye, hîna tê darizandin û bi hinceta ‘dê bireve’ nayê berdan. Yavûzel li navçeya Pirsûsa Rihayê di çarçoveya ixbarekê di 6’ê Tîrmaha 2017’an de tê binçavkirin û bi hinceta ‘Endamtiya rêxistinê’ tê girtin. Dûre wî dişînin Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa T a Rihayê. Li gorî daxuyaniyên parêzaran ji bo girtina Yavûzel delîlek tenê şênber jî tuneye.”      DERMAN NADINÊ    Acettîn, vegotinên Yavûzel ê bi Şaxa ÎHD’a Rihayê re kirin, wiha ragihandin: “Berî bêm girtin li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dîlokê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Balcali ya Edeneyê dihatim dermankirin. Ji ber girtinê nêzî mehekê nehatin dermenkirin. Revîra girtîgehê ez sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rihayê dikirim. Ji ber şert û mercên xerab ên girtîgehê nexweşiya min girantir bû. Dûre ez sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Dîlokê kirim. Lê ev 2 meh û nivîn min nabin nexweşxanê û nayim derman kirin. Her heftê ez serlêdan dikim, lê bê encam dimînin. Di van rojên derbas bûyî de nexweşiya min girantir bûye. Dinava rojê de xwîn ji dev û difina min tê. Êdî çavên min baş nabînin. Bi hinceta dermanên min bûhane nadin min. Herî dawî min serî li dozger da û ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Rihayê sewqa min derxistin. Bijîşk got divê sewqî Dîlokê bikin. Lê rayedarên girtîgehê ez paşve anim girtîgehê. Ger wisan biçe ezê bimirim.”   Acettîn, da zanîn ku di rojên dawî de rewşa Yavûzel pir xerab bûye û wiha dawiya li axaftina xwe anî: “Divê Yavûzel kemoterapî bibîne, lê bi rêk û pêk nayê derman kirin. Dermankirina wî tê asteng kirin. Yavûzel di demên dawî de tim xwînê vedireşe. Bijîşkan herî dawî ji bo pişika Yavûzel bê girtin belge amade kirin. Lê Yavûzel ê nexwest li girtîgehê bê emeliyat kirin, ameliyat red kir. Ji bo ku Yavûzel di şert û mercên baş de bê emeliyat kirin, em dixwazin bê berdan.”   Piştî daxuyaniya Acettîn, çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.