'Ji bo azadiya çapemeniyê sibe li Çaglayanê bin' 2017-10-30 13:45:43 STENBOL - Doza Midurê Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya sibê dê li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Birayê Kizilkaya Hasan Kizilkaya banga tevlibûna dozê kir û wiha got: “Ên ku dixwazin xwedî li çapemeniya azad derbikevin, divê sibê li Edliya Çaglayanê kom bibin.” 5’emîn rûniştina doza rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin û di 16’ê Tebaxa 2016’an de li 8’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê hat vekirin, dê sibe bê dîtin. Birayê Midurê Karê Nivîsîna rojnamê Înan Kizilkaya yê girtî Hasan Kizilkaya, diyar kir ku birayê wî 15 mehin girtiye û bi hinceta xebatên rojnamegertiyê tê girtin.     ‘5 MEHIN BI TENA SERÊ XWE DIMÎNE’   Kizilkaya, da zanîn ku hefteya bûrî roja Pêncşemê bi birayê xwe re hevdîtin kir û wiha axivî: “5 mehin birayê min bi tena serê xwe di qawişê de dimîne. Dest pê kê bi Bîlîr Zana Kaya re bi hev re man. Pişt re bi Ahmet Şik re heya mehekê dimîne. Dûrê jî bi kesek din re dimîne û piştî wê jî tim bi tena serê dimîne. Ji derveyî min û parêzerên wî kes nikare biçe hevdîtin wî. Dibin tecrîtê deye. Pirtûk dixwîne û dinivîsîne. Bi vî awayî tecrîta li ser xwe dixwaze bişikîne.”  Kizilkaya, destnîşan kir ku birayê wî ji rayedarên girtîgehê xwestiyek, girtiyekê binîn gel wî, lê rayedaran ev yek qebûl nekiriye.    ‘BÊ PIŞTEVANÎ NABE’   Kizilkaya anî ziman ku rojnameya Ozgur Gundemê rûyê rast ê Tirkiyeyê nîşan dida û wiha dawî li axaftian xwe anî: “Ger piştevanî tunebe, ev pirsgirêk çareser nabe û her roj dê mezintir bibe. Sibe dê  dozên Ozgur Gundem û Cumhuriyetê li Edliya Çaglayanê bên dîtin. Ên ku dixwazin xwedî li doza çapemeniya azad derbikevin, divê sibe li Edliya Çaglayanê kom bibin û xwedî rojnamegean derbikevin.”