Girtiyê nexweş Mahmût Aktaş berdin 2018-12-08 14:09:00   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahmût Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê tê girtin û xwest serbest bê berdan.    Endamên şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi armanca bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li ber avahiya Serekwezîrtiyê ya li navçeya Konakê cara 459’emîn li hev kombûn. Rêveberên HDP’ê, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistina civaka sivîl beşdarî çalakiya vê heftê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bêdeng nebe û nebe hevkar, dimirin” hat vekirin. Endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Alî Aydin daxuyaniya vê hefteyê da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mahmût Aktaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kiriklarê tê girtin û xwest serbest bê berdan.      'KETINA ME YA NEXWEŞXANÊ ASTENG DIKIN'   Aydin, diyar kir ku bi salane ÎHD li hemû bajaran bale dikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û wiha axivî: “Her ku diçe, hejmara girtiyên xweş zêdetir dibe û rewşa wan girantir dibe. Mafê dermankirinê heye û tu carî nayê ateng kirin. Di girtîgehan de girtiyên nexweş nayin derman kirin. Bi hincetên cuda girtiyan nabin nexweşxanê. Girtîgeh bûne qadên nexweşiyê û nexweşiyên girtiyan zêdetir dikin.”    DIVÊ AKTAŞ BÊ BERDAN   Aydin, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna girtan Mahmût Aktaş ê li Girtîgeha Tîpî F a Hejmara 1 a Kiriklarê dimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aktaş di sala 1953’yan li navçeya Akçadag a Meletiyê hatiye dine. Aktaş di demên cuda tê girtin û berdan. Bi vî awayekê 26 salên Aktaş li girtîgehan tije dibe. Bi Aktaş re nexweşîna dil heye û ev nexweşiya wî giran e. Dîsan hipertansiyon pêre heye. Divê Aktaş ji qepaxa dil û demarên xwe bê emeliyat kirin. Ji bo vê rapor hatiye dayîn. Lê bi hincetên cuda Aktaş nayê emeliyat kirin. Rewşa Aktaş giran û divê bê berdan. Em ê ji nêz de rewşa Aktaş bişopîn in. Bi Aktaş re em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan.”