Rojnameger Berîvan Bîla hat girtin 2018-12-08 12:29:43   STENBOL - Xwendekara Zanîngeha Karadenîz Teknîkê Berivan Bila, bi îdîaya heqaret li  Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan kiriye hat girtin.    Xwendekara Beşa Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Karadeniz Teknikê û rojnameger Berivan Bila, bi îdîaya li ser medya civakî nivîsa bi sernavê “Dersa Beşa Rojnamegeriyê 1: Rojnamegerî ne Sûc e" parve kiriye û heqaret li Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan kiriye hat girtin. Serdozgeriya Trabzonê ji ber nivîsa xwendekara Zanîngehê Berivan Bila, der barê wê de lêpirsîn da vekirin û polîsên Trabzonê di çarçoveya lêpirsînê de rojnameger û endama Malên Gel Berivan Bila Bila duh binçav kirin. Piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan Bila sewqî dozgeriyê kirin. Bila li dadgehê piştî îfade da hat girtin. Serokê Malên Gel yê Artvînê Dûrsûn Alî Koyûncû diyar kir ku îro bi hezaran xwendekar û rojnameger girtî ne û wiha got: "Beriya hilbijartinan bi van girtinan dixwazin mirovan bikin enî û civakê paşve bikişînin. Îktîdar dixwaze bivê yekê serkeftinê bi dest bixe. Lê em dê li dijî girtinan û zextan têkoşîna xwe berdewam bikin. Em li cem hevala xwe bêrîvan in. "