Çalakvan: Ocalan xeta sor e bi sebra me neleyîzin 2017-10-30 13:25:20 ÎZMÎR – Welatiyên li Îzmirê ji bo agahiyê ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigirin 4 rojin dest bi greva birçîbûnê kirine, destnîşan kirin ku heta hevdîtin pêk bê, dê çalakiyê bidomînin.    Rêxistina HDP’a Îzmîrê bi boneya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar bike û agahî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan bê girtin, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger da destpêkirin û çalakiya wan di roja 4’emîn de dewam dike.    ‘JI BO GELÊN ROJHILATA NAVÎN GIRÎNG E’    Mahmut Keser ê di çalakiyê de cih digire, da zaîn ku astengkirina hevdîtina îşkenceye û wiha got: “Bi pergala Girtîgeha Îmraliyê re dixwazin têkiliya Birêz Ocalan ji gelên li Rojhilata Navîn re qût bikin. Birêz Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Pêwîst e bi sebra gelê kurd neleyîzin. Divê demil dest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Tenduristiya Birêz Ocalan tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo tevahiya gelên li Rojhilata Navîn girîng e. Divê vê yekê baş zanibin û li gorî wê tev bigerin.”    Welatiyê bi navê Fethî Kurşun jî destnîşan kir ku hevdîtina li gel Ocalan dê ji bo pêşxistina aştî û demokrasiyê bibe gavek girîng û heta tecrîd bi dawî nebe û agahî ji Ocalan negirin dê çalakiya xwe dewam bikin.    Ji çalakvanan Ramazan Kaygisiz jî anî ziman ku Ocalan tenê ne Rêberê Gelê Kurd, rêberê hemû gelên mazlum û bindest e û wiha pê de çû: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê heyet bi lezgînî biçin giravê.”    ‘EV ŞERMA SAZIYÊN NAVNETEWÎ YE’    Çalakvan Bîrol Duruk jî bêdengiya CPT û hemû saziyên navnetewî yên Ewropayê şermezar kir û bêdengiya dijî tecrîda li ser Ocalan jî wekî “şerma” cîhanê nirxand û piştrast kir kku heta tecrîd dewam bike, dê çalakiya xwe bidomînin.