Demîrtaş ji Le Monde re nivîsdan: Em li benda piştevaniya we ne 2018-12-08 09:42:27 STENBOL-Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re nameyek şand û xwest danişîna wî ya 12’ê Kanûnê bişopînin û banga piştevaniyê kir.  Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, ji rojnameya Le Monde ya Fransayê re nameyek şand. Demîrtaş di nameya şand de wiha got: “Di 12’ê Kanûnê de danişîna doza min heye. Ger pêkan be ez dixwazim hûn li cihê dozê danişîna min bipoşînin. Ez dixwazim hûn ji bo vê doza min, banga piştevaniyê bikin û ez girîngiyê didim vê yekê.”    Li gorî wergera lêkolîner û wergervana Arti Gerçekê Ayşe Erdem di nameya Demîrtaş de ev tişt hatin gotin: “Ez vê nameyê ji Girtîgeha Ewlekariya Bilind a ev du salin bi awayekê bêhiqûqî lê têm girtin ji were dişinim. Heya niha nêzî pênç hezar endamên partiya min HDP’ê bi heman armancê hatine girtin. Hîna jî 58 hevşaredar û bi min re jî 9 parlementerên partiya min girtine û li girtîgehên cuda tên girtin. Îro em ji ber azadiya ramanên xwe, mafê xwe yê siyaset kirinê û nasnameya xwe ya Kurd rastî cudakariyek pir eşkere tên û ji ber ewlekariya canê me, em îro ji we daxwaza piştgirî û alîkariyê dikin. Piştevaniya navneteweyî ya têkoşîna azad û demokrasiyê, heta bêje jiyaniye û bi vê baweriyê em hêvîdarin ku çi ji destên we were hûnê bikin. Danişîna doza ji wê girtîme dê di 12’ê Kanûna 2018’an de bê dîtin û 3 rojan berdewam bike. Ger pêkan be, ez dixwazim hûn li cihê dozê danişîna min bipoşînin. Ez dixwazim hûn ji bo vê doza min, banga piştevaniyê bikin û ez girîngiyek mezin didim vê yekê.”