Şirîkatiya Komeleya Ciwan û Guhertinê ya SCI hat qebûlkirin 2017-10-30 13:14:42 AMED - Komeleya Ciwan û Guhertinê ya demek dirêj li Amedê xebatê dike, bû şirîkê SCI ya ku xebatên "Aştî" û "çareseriya bê tundî" dimeşîne. Komeleya Ciwanan dê bi hevkariya SCI'ê projeyên xwe bi cîhanê bide naskirin.  Şirîkatiya Komeleya Ciwan û Guhertinê ya demek dirêj li Amedê xebatê dike, ya bi SCI ku xebatên "Aştî" û "çareseriya bê tundî" dimeşîne re hat qebûlkirin. Komeleya Ciwanan, bû endamê Service Civil International'ın (SCI) ya di sala 1920'an de hat avakirin. SCI’ê di 15-21'ê Cotmeha 2017'an de li Fransayê "Civîna Nirxandina Şirîkan" pêk anî. Ji 46 welatan 65 nûner tev li civînê bûn. SCI ku xebatên Aştî û Çareseriya bê tundî dimeşîne endamtiya Komeleya Ciwanan û Guhertinê qebûl kir.    SCI ku gelek caran hatibû Amedê kampên êzîdiyan ziyaret kiribû û li Sûrê bi zarokan re xelat meşandibûn. SCI biryar girt ku tora xwe li hemû welatê cîhanê belav bike û nûneran bişîne welatênk cîhanê. Piştî Komeleya Ciwanan a li Amede bû endam ciwanên cîhanê dikarin bên Tirkiye û Amedê û Ciwanên Tirkiye dikarin li welatên cîhanê bigerin.