Otobêsa rêwiyan qeza kir, 5 kes mirin 2018-12-07 20:51:59   AMED - Li nêzî navçeya Çinarê otobêsa rêwiyan a Şaredariya Mezin a Amedê li kamyoneke qelibû. Di qezayê de 5 kes mirin, 5 jê giran 25 kes jî birîndar bûn.    Li nêzî navçeya Çinar a Amedê otobêsa rêwiyan a Şaredariya Mezin a Amedê danê êvarî ji ber mij û baranê li kamyonekê qelibî. Di qezayê de 5 kes mirin û 5 jê giran 25 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê gelek UMKE, îtfaiye, tenduristkar û cendirme sewqî herêmê hatin kirin. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê û cendirmeyan jî rê li çûnhatinê girt û dest bê lêkolînê kirin.